Li Helebê salvegera 15‘emîn a damezirandina PYD‘ê bi coş hate pîrozkirin

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê şahiya salvegera 15‘emîn a damezirindina PYD‘ê hate lidarxistin.

Li Helebê salvegera 15‘emîn a damezirandina PYD‘ê bi coş hate pîrozkirin
Li Helebê salvegera 15‘emîn a damezirandina PYD‘ê bi coş hate pîrozkirin
Li Helebê salvegera 15‘emîn a damezirandina PYD‘ê bi coş hate pîrozkirin
Li Helebê salvegera 15‘emîn a damezirandina PYD‘ê bi coş hate pîrozkirin
Li Helebê salvegera 15‘emîn a damezirandina PYD‘ê bi coş hate pîrozkirin
Li Helebê salvegera 15‘emîn a damezirandina PYD‘ê bi coş hate pîrozkirin
Li Helebê salvegera 15‘emîn a damezirandina PYD‘ê bi coş hate pîrozkirin
20 îlon, 2018   18:58

HELEB

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi boneya salvegera 15‘emîn a damezirandina partiyê şahiyek li taxa Şêxmeqûsd li dar xist.

Bi sedan şêniyên taxê, nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û rêxistinên leşkerî beşdarî şahiyê bûn.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê PYD‘ê yê Buroya Helebê Îsa Mustefa, Rêveberê TEV-DEM‘ê Şêrman Mihemed û Rêvebera Kongreya Star Hêvîn Silêman axivîn.

Kesên axivîne, salvegera damezirandina PYD‘ê pîroz kirin û têkoşîna wê ya bi salan destnîşan kirin.

Di axaftinan de, tekezî li ser girîngiya hevgirtinê ji bo avakirina Sûriyekek pirreng û yekbûyî rizgarkirina Efrînê û herêmên dagirkirî hate kirin.

Şahî bi xelekên dîlanan li ber stranan bi dawî bû

ANHA