‘Rizgarkirina Baxozê rûxandina bargehên parastinê yên terorîstan e‘

Fermandarê Giştî yî Pêngava "Şerê Tunekirina Terorê" Çiya Mihemed rizgarkirina gundê Baxoza Jorîn wekî rûxandina "bargehên parastinê yên terorîstan" û dergehê leşkerî yê ber bi rizkirina Hecîn ve bi nav kir.

‘Rizgarkirina Baxozê rûxandina bargehên parastinê yên terorîstan e‘
20 îlon, 2018   19:48

NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yî Pêngava "Şerê Tunekirina Terorê" Çiya Mihemed têkildarî rizgarkrina gundê Baxoza Jorîn daxuyaniyek ji bo çapemeniyê da.

Çiya diyar kir ku di Pêngava Şerê Tunekirina Terorê de dixuya bû ku çeteyên DAIŞ‘ê girîngiyekê mezin didin gundê Baxoza Jorîn û wiha domand: "Ev dever xwedî stratîjiyeke leşkerî ye, çeteyan hemû hêza xwe ya parastinê li vir bi cih kir, hemû rêzban xistin dorê da ku nehêle gund bikeve, ji ber ku deriyê leşkerî yê ketina bajarê Hecîn, ku bargeha wan a dawî ye."

Çiya Mihemed diyar kir ku rizgarkirina Baxoza Jorîn piştî şerên giran pêk hate wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji destpêka pêngavê ve, şerê pir giran li derdora gund rû da, hêzên me hemû cura çek bi kar anîn, her wiha gelek hunerên şer dane meşandin da ku çeteyan biswestînin û wan ji hev bixînin. Şer di navberê hêzên me û wan de, di sê rojên dawî  de pir giran bû, me derbeyên giran li çeteyan dan, bi dehan kuştiyên wan çêbûn, her wiha gelek çekên wan ên leşkerî hatin rûxandin û gelek jî hatin desteserkirin. Hêzên Koalîsyonê bi awayekî çalakî di pêngavê de cih girt, him bi balafiran û him jî bi foz û toapn. Di dawiyê de, hêzên me bargehên parastinê yên çeteyan yek li pey yekê rûxandin û Baxoz ji çeteyan rizgar kirin û ber bi bajarê Hecîn ve diçin."

Fermandarê Giştî yê Pêngava Şerê Tunekirina Terorê daxuyakirin ku di şerê sê rojên dawî de, hêzên wan li pêşberî mayînan û bombeyan hatin û diyar kir ku tîmên endizyariyê leşkerî bi sedan mayîn bê bandorên kirin, her wiha gelek alavên bombebarkirî beriya ku bighêjin armancên xwe teqandin."

Fermandarê Giştî yê Pêngava Şerê Tunekirina Terorê Çiya Mihemed anî ziman ku serkftinên pêk hatine, berhemên fedekariya şehîdên leheng ên hêzên me ne û diyar kir ku di pêngavê de hejmareke şervanên wan gihiştin şehadetê û soza şopandina xeta wan da.