Li Şehbayê mayinek bi zarokekî Efrînê de teqiya

Mayinek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ'ê bi zarokekî ji Efrînê ve li gundê Til Şiêrê yê navçeya Fafîn a Şehbayê teqiya, di encamê de zarok bi giranî birîndar bû.

Li Şehbayê mayinek bi zarokekî Efrînê de teqiya
11 îlon, 2018   11:49

ŞEHBA

Şeva borî mayinek di bin zarokê bi navê Cuma Emîn (10) de dema ku êzing li derdora mala xwe kom dikirin teqiya. Di encamê de zarok bi giranî birîndar bû û 4 tiliyên wî yên destê rastê û tiliyeke destê çepê qut bûn.

Zarok rakirin Nexweşxaneya Avrîn a navçeyê ji bo tedawiyê. Li gorî bijîşkan rewşa zarok aram e.

ANHA