Radyo Rojava di demeke kurt de wê li tevahiya Bakurê Sûriyê were guhdarkirin

Navenda Radyo Rojava ku duh careke din dest bi weşanê kir, daxuyaniyek belav kir û got:ʺ Weşana radyoya me ku niha li tevahî herêma Cizîrê belav dibe, wê di nav demeke kurt de li hemû herêmên Rojavayê Kurdistan û Bakûrê Sûriyê ku Kobanê û Efrîn jî di nav de were belavkirin.ʺ

Radyo Rojava di demeke kurt de wê li tevahiya Bakurê Sûriyê were guhdarkirin
11 îlon, 2018   09:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Balefirên şer ên artêşa Tirk di 25'ê Nîsana 2017'an de li dijî çiyayê Qereçoxê ya herêma Cizîrê êrîşek pêk anîn. Di encamê de navenda çapemeniya YPG'ê û birca weşana radyo Rojava hatin rûxandin. Her wiha 20 şervanên YPG'ê şehîd bûn û hejmareke şervanan birîndar bûn. Ji ber êrîşa balefirên Tirk weşana radyo Rojava hate rawestandin û rêveberiyê soza jinûve weşanê da guhdarên xwe. Rêveberiyê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya rêveberiya radyo Rojava wiha ye:

"Ji gelê me û guhdaran re!

Em weke Radyo Rojava piştî êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li ser çiyayê Qereçoxê, me soza xwe bi guhdaran re pêk anî û me ji nû ve dest bi weşana xwe kir.

Bi ruhê tolhildana Şehîdên Qereçoxê weke navenda Radyo Rojava me xebatên xwe yên ji nû de zindîkirina weşana radyo û avakirina stasyon û studyoyê bidawî kir. Piştî amadekariyên berfireh, ji dîroka 10`ê Îlonê şûn de weşana radyo Dengê Rojava careke din destpê kir.

Radyo Rojava ku demek dirêje li seranserê Rojava û Bakûrê Sûriyê di weşanê de ye, di 25’ê Nîsana 2017’an de, di encama êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ku saziyên leşkerî û yên têkildarî wê; herwiha Navenda Ragihandina YPG jî hedef girt de bi temamî hate rûxandin. Di encama vê êrîşa xedar de 20 şervanên YPG/YPJ′ê şehîd bûn û hejmarek şervan jî birîndar bûn.

Piştî van êrîşên hovane, weke xebatkarên Radyo Rojava me hewl da ku em weşana xwe li ser radyoyên din yên Rojava bidomînin. Herwiha xebatên me yên bi armanca ji nû ve sazkirina radyo û avakirina stasyonê jî ranewestiya. Piştî ked û xebata ku salek zêdetir li pey xwe hişt, Radyo Rojava di 10’ê Îlonê de, li ser pêla xwe ya berê 89.4 FM careke din destbi weşana xwe dike.

Weşana radyoya me ku niha li tevahî herêma Cizîrê belav dibe, wê di nav demeke kurt de li hemû herêmên Rojavayê Kurdistan û Bakûrê Sûriyê ku Kobanê û Efrîn jî di nav de were belavkirin. Her wiha em armanc dikin ku weşana xwe bigihînin tevahî Kurdistanê.

Ji vê dîrokê şûn de guhdarvan dikarin li dengê hemû pêkhateyên Rojava û Bakûrê Sûriyê di bernameyên cûr bi cûr li ser weşana me guhdarbikin. Radyo Rojava her roj di navbera saet 07:00 heya 23:00‘î di weşanê de ye. Di weşana me de wê bernameyên çand û huner, bernameyên civakî, siyasî, leşkerî, zanistî, wêjeyî û her wekî cîhên xwe digirin. Herwiha serê her saetê nûçeyên bi zimanê erebî û kurdî tên parvekirin.

Mayindebûna me û israra me ya hebûnê sedema ji her êrîş û zextê hêzek nû hilanîne. Em jî bi vê zanebûnê careke din hewl didin ku ji êrîşên artêşa Tirk a dagirker yên li ser Qereçoxê hêzeke nû hilînin. Em bi vê gavê careke din vîn û biryardariya xwe ya li hember her cûre êrîşan li ser linga sekinandinê dubare dikin.

Bi ruhê şehîdên Berxwedana Serdemê ya Efrînê Radyo Rojava wê bibe dengê rastiya berxwedana serdemê û wê bibe dengvedana pêngava tolhildanê ya rizgarkirina Efrînê.

Em jî weke endamên Navenda Radyoya Dengê Rojava soz didin gelê xwe û şehîdên me yên leheng ku em ê li ser şopa azadiyê bin û di serkeftinê de bi israr bin. Em ê bibin dengê azadiya gelan û dengê rastiya şoreşê. Bi vê bîr û baweriyê em ji hemû guhdarên xwe re serkeftin dixwazin û em hêvî dikin ku hûn demek kêfxweş û bi encam bi me re derbas bikin.ʺ

(kc)