Rojhilatê Kurdistanê li dijî darvekirin û êrîşên Îranê dadikeve qadan

Li hemberî darvekirina 3 siyasetmedaran û komkujiya Koyê, gelê Rojhilatê Kurdistanê wê sibe dakeve qadan û nerazîbûn nîşan bide.

Rojhilatê Kurdistanê li dijî darvekirin û êrîşên Îranê dadikeve qadan
11 îlon, 2018   09:17

NAVENDA NÛÇEYAN

Gelê Rojhilatê Kurdistanê bi armanca şermezarkirina darvekirina 3 siyasetmedarên Kurd û komkujiya ku Îranê li navçeya Koyê ya Herêma Kurdistanê pêk anî, dadikeve kolanan. Hat ragihandin ku wê di 12’yê îlonê (Sibe) de ji Îlam heta Urmiyeya ya Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan werin lidarxistin.

Welatî û çalakvan diyar dikin ku ev xwepêşandana giştî ji bo hevxemiya li dijî komkujiyê û yekgirtina ji bo têkoşîna dijî êrîşên hikûmeta Îranê yên li ser gelê Kurd in.

Çavdêr vê xwepêşandana giştî ya bi pêşengiya gelê Rojhilatê Kurdistanê ji bo yekgirtin û yekîtiyê binav dikin. Her wiha diyar dikin ku peyamek din a xwepêşandana giştî ji bo partiyên Rojhilatê Kurdistanê ku li dijî êrîşên hikûmeta Îranê stratejiyek hevbeş ava bikine.

Rejîma Îranê sibeha 8’ê Îlonê Zanyar Muradî, Luqman Muradî û Ramîn Hisên Pehanî li Girtîgeha Recaîşar a Kerec bidarve kirin. Her wiha di encama êrîşa rejîma Îranê ya li ser baregehên HDK û HDKA’yê li Koyê 15 kes şehîd bûn û nêzî 40 kesên din jî birîndar bûn.

(kc)