Li Tirbespiyê duyemîn firneya jinan tê vekirin

Bi armanca geşkirina aboriya jinan û peydakirina derfetên kar ji bo jinan, Buroya Jinan a Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê dê firneyeke çêkirina bîskuwîtan veke.

Li Tirbespiyê duyemîn firneya jinan tê vekirin
Li Tirbespiyê duyemîn firneya jinan tê vekirin
Li Tirbespiyê duyemîn firneya jinan tê vekirin
Li Tirbespiyê duyemîn firneya jinan tê vekirin
Li Tirbespiyê duyemîn firneya jinan tê vekirin
Li Tirbespiyê duyemîn firneya jinan tê vekirin
11 îlon, 2018   09:59

RÎNAS REMO - KADIR ÎBRAHÎM / QAMIŞLO

Di nava çalakiyên Buroya Jinan a Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê de, Buroya Jinan û bi alîkariya hin welatiyên navçeyê dest bi amadekariya vekirina Firneya Rojava dikin. Piştî ku ji hemû aliyan de alavên firneyê hatin peydakirin, tê payîn ku firne di demeke nêz de were vekirin.

Firne dê taybet ji bo hemû cureyên bîskuwîtan be, her wiha dê ji bo nanê semûn û getû û şîraniyê be. Ev proje ji bo geşkirina aboriya jinan û peydakirina derfetên kar ji bo jinan û xizmeta welatiyan be, ji ber ku li herêmê firneyên kiloran kêm in.

Rêveberiya firneyê dê ji aliyê Buroya Jinan a Şaredriya Gel ve be û dê 6 jin tê de kar bikin.

Endama rêveberiya Buroya Jinan di Şarederiya Gel a Tirbespiyê de Efîfe Silêman da zanîn ku armanca vê projeyê peydakirina derfetên kar ji bo jinan û geşkirina aboriya Buroya Jinan e. Efîfe wiha got: "Dê zehmeta ku welatî ji bo peydakirina kilor û bîskuwîtan dibînin, êdî kêm bibe, her wiha dê firne rojane kar bike."

Tê destnîşankirin ku Firneya Rojava duyemîn firne ye ku li navçeya Tirbespiyê bi taybet ji bo jinan, ji hêla Buroya Jinan ve tê vekirin.

(jo)

ANHA