Artêşa Yemenê li El-Hudeyda pêşve diçe

Balafirên şer ên Koalîsyoa Erebî ya bi serkêşiya Siûdiyê, îro li dijî deverên di bin serweriya hêzên Hûsî de yên li herêma El-Direhmî a başûrê El-Hudeydayê êrîş pêk anîn. Artêşa Yemenê ku alîkariya xwe ji koalîsyonê werdigire li bajarê El-Hudeyda pêşve diçe.

Artêşa Yemenê li El-Hudeyda pêşve diçe
11 îlon, 2018   09:04

NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Siûdiyê êrîşên xwe li dijî herêmên di bin serweriya Hûsiyan de berdewam dike. Kanala SkyNews ragihand ku balafiran derdora bajarê El-Hudeyda armanc girtine. Toreya El-Mesîra ya çapemeniyê ya girêdayî Hûsiyan ragihand ku balafirên koalîsyonê deverên çiyayî yên herêma El-Tehîta ya parêzgeha El-Hudeyda, herêma Şeda, herêma Baqim, Baregeha Komarê ya parêzgeha Sehdayê, herêmên Mîdî û Herd ên parêzgeha Hece û herêma Herîb El-Qeramîş a parêzgeha Meirêb û çiyayê Tiwêliq a parêzgeha Cîzan armanc kirine.

Li aliyekî din şer û pevçûn di navbera artêşa Yemenê û hêzên Hûsî de li bajarê El-Hudeyda berdewam dibin. SkyNews diyar kir ku artêş di bajêr de bi pêş ve diçe.