ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10.09.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10.09.2018
10 îlon, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Şêniyên bajar û gundên Hesekê cenazeyên şervanên YPG‘ê Ebdulkerîm El-Celî û Îsa El-Mihemed li goristana Şehîd Dijwar oxir dikin. Saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Sivîl a Reqayê navenda meclisa bajarokê El-Hos a gundewarê rojhilatê vedike. Saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li kantona Kobanê ji bo şervanê YPG‘ê Elî Rizgar û gerîlayê HPG‘ê Ferhad Kobanê konê taziyê tê vedan. Saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamê Komîteya Dada Civakî ya kantona Şehbayê parêzer Abdullah Mihemed Mustefa diyar kir ku ti qanûnî tecrîdkirina Ocalan rewa nabîne û anî ziman ku armanca tecrîdkirina dûrxistina gelê Kurd ji Ocalan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Parêzer Ferdî Etî ku di civîna yekem a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de wekî hevserokê rêveberiya giştî ya meclisê  hate hilbijartin kî ye?. (BI WÊNE)

- Pêkhateyên navçeya Zirganê diyar kir ku ew li Bakurê Sûriyeyê bi reng û baweriya xwe bi hev re dijîn û ev yek bi saya fikra Ocalan e û gotin dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi tecrîdkirina Ocalan demokrasî û aştiyê tecrîd bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Rêxistina Kongreya Star a Kantona Konbanê der barê darvekirina  siyasetmedarên kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rêjîma Îranê ve daxuyanî dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jinên herêma Minbicê dest bi berhevkirina tirî kirine, ku dê bikin mewîj paşê dê li bazaranên bajêr bifiroşin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ji aliyê QSD‘ê ve ji çeteyên DAIŞ‘ê, jinan cihê xwe di nava saziyan de girtin û roleke mezin di pêşxistina saziyan de pêk tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Sekretêrê Giştî yê Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Mihemed Mûsa destnîşan kir ku aloziya Sûriyeyê bi komkirina girûpên çete li Idlibê derbasî qonaxeke nû bûye û got, heke çareserî ji vê xeteriyê re deyê dayîn, îhtîmal heye ku hêzên herêmê li ser erdê li hemberî hev derkevin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Abdîn Nûrî Ebdulhemîd 63 salî ye li navçeya Til Rifet a Şehbayê ye, tenê di odeyeke biçûk de dimîne û li ser textan nexaşan çêdike, nexşeyên Abdin asta hovîtiya dewleta Tirk û berxwedaniya gelê Efrînê nîşan dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Li ser çemê Xabûr ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate qutkirin û li şûna wê ava kanalîzasyonan hate berdan, çandiniya sebze tê kirin û sebze li sûka Serêkaniyê tên firotin. Li gel hewldanên saziyên eleqedar jî heta niha çandina sebze nehatiye rawestandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rîm Qermo diyar kir ku hejmara kesên bi nexweşiya wêran (sil) ketine ji 45'an derketiye 77'an û destnîşan kir ku dema kesên bi vê nexweşiyê dikevin bi kesên din re danûstandinê dikin û xwarin û vexwarina nebaş dibe sedema berbelavbûna vê nexweşiyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a Reqayê ji destpêka rizgarkirina QSD'ê bajêr di 20'ê Cotmeha borî de ji çeteyê DAIŞ'ê dirûşma 'Mil bi mil em bajarê xwe ava bikin' hilgirtiye û li gel kêmderfetan bê navber xizmetê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li Herêma Tebqayê mîna gelek herêmên ên ku şer lê rû dane, çandinê lê paşketibû. Girînendeya Çandiyê dixebite ku rewşa çandiniyê û sewaldariyê baş bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji sala 1940‘î ve yek ji girîngtiriyên riyên veguhestin û bazirganiyê ye, ji aliyê Fransa û Almanyayê ve hatiye avakirin û ji aliyên rêjîmê ve hatibû paşguhkirin. Niha jî xebat têne kirin ku ev careke din bikeve xizmet. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Pira di navbera taxên Neşwaya Rojava û Kelasê de bi ziyan e û bûye cihê aciziya welatiya. Şaredariya Gel ji aliyê xwe de soza sererastkirinê da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi armanca naskirina cureyên darên berhemdar û kêmkirina mesrefa anîna daran ji derve, navenda Lêkolînên Zanistî ya Çandiniyê ya Kantona Hesekê gelek cureyên daran çand. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA