Li Şehbayê nexweşiya wêran belav dibe

Rîm Qermo diyar kir ku hejmara kesên bi nexweşiya wêran (sil) ketine ji 45'an derketiye 77'an û destnîşan kir ku dema kesên bi vê nexweşiyê dikevin bi kesên din re danûstandinê dikin û xwarin û vexwarina nebaş dibe sedema berbelavbûna vê nexweşiyê.

Li Şehbayê nexweşiya wêran belav dibe
10 îlon, 2018   04:20

ELÎ KEDRO / ŞEHBA

Berdevka Koordînasyona Tenduristiyê ya Giştî ya herêma Şehbayê Rîm Qermo, bang li rêxistina tenduristiyê ya cîhanê û hemû rêxistinên alîkariyê kir ku alîkariyê pêşkêş bikin da ku rê li ber belavbûna nexweşiyan were girtin.

Rîm Qermo, li ser sedema belavbûna nexweşiya wêran, tedbîrên xweparastinê, her wiha projeyên têkildarî rêgirtina li ber belavbûna vê nexweşiyê ji ajansa me ANHA‘yê re axivî. Rîm Qermo destnîşan kir ku beriya dagirkirina Efrînê hejmara kesên bi nexweşiya wêran (sil) ketine 45 kes bûn û ew kes dihatin dermankirin. Rîm Qermo her wiha got: "Ji ber kesên bi vê nexweşiyê dikevin bi kesên din re danûstandinê dikin û xwarin û vexwarina nebaş dibe sedema berbelavbûna vê nexweşiyê, li aliyekî din jî kêmbûna derfetên tedawîkirin bû sedem ku nexweşî belav bibe."

Rîm Qemo anî ziman ku wan gelek civîn bi Rêxistina Tenduristiyê ya Navdewletî (WHO) û hin rêxistinên din re çêkirin û rewşa li kampan ji wan re şîrove kirine, lê heya niha tu bersiv ji aliyê wan ve nehate dayîn, rexmî ku wan jî serdana kampan kir û rewş ji nêzîk ve dît.  Rîm Qermo wiha pê de çû: "Kesên ku em pê re civiyan, serjimariyekê li ser kesên li kamp û herêmên Şehbayê ji me xwestin. Li ser daxwaza wan me agahî li ser kesên nexweş ên li Kampa Berxwedan kom kirin, lê bersiv nedan."

Her wiha Rîm Qerom diyar kir ku nexweşên li Kampa Berxwedan li gorî du beşan û rewşa wan hate kontrolkirin, derket ku bi nexweşiya wêranê ketine, hin kes berê bi vê nexweşiyê ketibûn û hinek din jî li Şehbayê bi nexweşiyê ketine.

Rîm anî ziman ku hin kes li navenda Heyva Sor a Kurd û Navenda Tenduristiyê ya navçeya Fafînê hatin tedewîkirin û rewşa wan ber bi başiyê ve diçe û diyar kir ku rexmî vê yekê jî derfetên wan ên tedawîkirinê kêm in.

Berdevka Koordînasyona Tenduristiyê ya Giştî ya herêma Şehbayê diyar kir ku RêxistinaTenduristiyê ya Cîhanî (WHO) qebûl kiriye ku bi koordîneya Hevya Sor a Kurd a herêma Şehbayê navendeke tenduristiyê vekin û wiha domand: "Pêwîst e kadroyên herêmî hebin, da ku bi Navenda Nexweşiya Wêranê re koodîneyê çêke, her wiha me hemû avalên nexweşiyê xwestine. Mijara vekirina niha di gotûbêjê de ye."

Rîm Qermo tekez kir ku hejmara kesên bi nexweşiya wêranê ketine li Şehbayê 77 kes in, ji sedî 95 di merheleya tedawîkirinê de ne û 5 kes jî nû bi nexweşiyê ketine û yên din jî rewşa wan wekî xwe maye.

Berdevka Koordînasyona Tenduristiyê ya Giştî ya herêma Şehbayê Rîm Qermo diyar kir ku amadekariyên veqetandina kampekê ji bo nexweşan tê kirin, nexwêş dê di bin çavdêriya bijîşkên pirspor de bin û bêne dermankirin.

(bb)

ANHA