Li Xaneqîn ji ber teqîna mayînekê polîsek birîndar bû

Li navçeya Xaneqîn a bajarê Diyala yê Başûrê Kurdistanê dema derbasbûna otobûsa polîsan de mayîn teqiya. Di teqînê de polîsek birîndar bû.

Li Xaneqîn ji ber teqîna mayînekê polîsek birîndar bû
9 îlon, 2018   18:59

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Xaneqînê dema otobûsa polîsan derbas dibû teqînek pêk hat. Di teqînê de polîsek birîndar bû.

Nehate zanîn bê ka teqîn ji aliyê kê ve hatiye kirin, hate diyar kirin ku polîsê birîndar rakirine nexweşxaneyê.