Rejîma Îranê cenazeyên sê girtiyên Kurd ku bidarve kiribûn nade malbatên wan

Rejîma Îranê cenazeyê Zanyar Muradî, Loqman Muradî û Ramîn Hosseîn Penahî ku duh bi darve kirin nadê malbatên wan.

Rejîma Îranê cenazeyên sê girtiyên Kurd ku bidarve kiribûn nade malbatên wan
9 îlon, 2018   12:39

NAVENDA NÛÇEYAN

Rejîma Îranê duh (8’ê Îlonê) li girtîgeha Recaîşar ya li bajarê Keracê girtiyên Kurd Zanyar Muradî, Loqman Muradî û Ramîn Hosseîn Penahî bidarve kir. Rejîma Îranê cenazeyên girtiyên Kurd nade malbat. Li gorî agahiyan wê îro li Tehranê veşêrin.

Zanyarî beriya ku were darvekirin agahî dabû malbata xwe û diyar kiribû ku wê rejîma Îranê 8’ê Îlonê li gel Loqman Muradî darve bike.

Rejîma Îranê beriya niha jî girtiyên Kurd darvekirîbû û cenazeyên wan nedabû malbatan.

(kc)