Li Efrînê teqîn

Li navenda bajarê Efrînê piştî nîvro teqîneke mezin pêk hat.

Li Efrînê teqîn
9 îlon, 2018   12:22

EFRÎN

Çavkaniyekî ji navenda Efrînê ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku îro di saetên piştî nîvro de li nêzî Hola Jîn a kolana El-Fîl a navenda bajarê Efrînê teqînekê rû da.

Heta niha tu agahiyên berfireh der barê teqînê de bi dest neketine.

Çavkanî tekez kir ku li bajarê Efrînê rewşeke awarte heye û metirsî di nava artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de heye.

(bx)

ANHA