Ebû Kerem:MÎT`ê zarok û kesên xwe diteqînin derbas Ewropayê dike

Ebû Kerem got, Di kampên taybet de, bi perwerdekirina zarok û kesên xwe biteqînin li ser şêwaz û bikaranîna alavên teqînê tên perwerdekirin. Piştî Tirkiyê her tiştên wan amade dike û ji bo derbasî Ewropa bibin ew kes taybet bi alîkariya MÎT’ê re derbasî Ewropa tên kirin.

Ebû Kerem:MÎT`ê zarok û kesên xwe diteqînin derbas Ewropayê dike
8 îlon, 2018   04:20

SEYFÎ QADIR / NAVENDA NÛÇEYAN

Adil Mûsa Ebdilcezar ku bi navê Ebû Kerem tê naskirin, di sala 1984`an de li Xeza yê ji dayîk dibe û ji zaroktiya xwe de ji ber rewşa Filîstîn karê çekdarî bala wî dikşîne. Di ciwantiya xwe de dinav rêxistina El-Kaide ya li Filîstîn bi navê rêxistina “Cund Ensar Allah’’ dihat naskirin cîh digire û kesayetekî dûyemîn piştî Ebû Nur El-Maqdûsî tê naskirin e.

Ebû Kerem şerê li dijî Hamasê de birîndar dibe û tê girtin

Ebû Nur El-Maqdûsî û Ebû Kerem rêxistina xwe bi navê ‘’Cund Ensar Allah’’ ragihandibû û piştgiriya xwe ji El-Kaide re nîşan dabû. Dema ku rêxistina Hamas bajarê Xeza dixe bin venêrîna xwe dixwaze rêxistina Cund Ensar Allah jî bixe destê xwe. Lê daxwaza wan ji aliyê Ebû Nur El-Maqdûsî û Ebû Kerem ve tê redkirin û şerekî dijwar di navbera rêxistina El-Hamas û Cund Ensar Allah li mizgefta Xezayê  rû dide. Di encamê de Ebû Nur El-Maqdûsî û li gel dehan çeteyên El-Kaide tên kuştin û Ebû Kerem birîndar dibe, dîl dikeve destê rêxistina Hamasê.

Hamas, Ebû Kerem berdidê ji bo derbasî Lîbyayê bibe

Piştî çend sal liser girtina Ebû Kerem derbas dibe ji aliyê Hamas ve Ebû Kerem tê berdan,  ji bo derbasî nav refên DAIŞ’ê bibe. Ebû Kerem bi rêya hevalên xwe yê rêxistina Cund Ensar Allah yê bi navê Ebû Ducana El-Filîstînî, Ebû Xetap El-Filîstînî û Ebû Mislim El-Filîstînî rêxistina DAIŞ’ê nas dike û tevlî nav refên DAIŞ’ê dibe. Ebû Kerem liser daxwaza DAIŞ’ê derbasî Lîbyayê bajarê Bînxazî yê kû di bin destê DAIŞ’ê de ye dibe û dest bi karê istixbaratê dike. Li Lîbyayê salekê dimîne û wek rêvebereyekî(Emîr) mezin di nav şer de cihê xwe digire.

Ebû Kerem bi alîkarîya MÎT a dewleta Tirk derbasî Sûrî dibe

Ji ber girîngiya Ebû Kerem û pêwîstiya DAIŞ li Sûrî pê heye û piştî ku Ebû Kerem karê DAIŞ li Lîbyayê pêk tînê DAIŞ wî bi alîkariya Tirkiyê rê dikê Sûrî. Li Lîbyayê, DAIŞ bi rê û alîkariya Tirkiyê, ji Ebû Kerem re pasaporteke sexte çedikin û bi rêya balafirê derbasî Tirkiyê dikin. Li balafirgeha Stenbolê MİT’ên Tirk wî pêşwazî dikin û balafira Antakya siwar dikin. Li Antakya MÎTê Tirk bi bejahî ve Ebû Kerem derbasî Sûrî dikin. Di deriyê Bab Selama ya girêdayî bajarê Idlibê ve derbasî Sûrî dibe.

Ebû Kerem behsa Tirkiyê û herwiha hêsankirina derbasbûna terorîstan nav xaka Sûrî dike

“Gava ez ji balafirgeha Bînxazî li Lîbyaye ber bi Tirkiyê ve derketim, min digot ez ji Tirkiyê çawa derbasî Sûrî bibim? Hevalên min digotin ‘wê dewleta Tirk ji we re bibe alîkar.’ Bi rastî jî gava em gihîştin Tirkiyê karê me ji aliyê MÎT’ên Tirkan ve hat hêsankirin. MÎT bixwe em derbasî Sûrî kirin. Em gelek kes di heman rojê de di deriyê Bab Selama ve derbasî Sûrî kirin bêyî ku lêpirsînekî cûda were kirin.”

Ebû Kerem derbasî Sûrî dibe û ragihandina navnetewî çi dibêjê?

Gava Ebû Kerem derbasî Sûrî dibe di deriyê Bab Salaman ê di navbera Tirkiyê û Idlib de ji aliyê hevalên xwe Ebû Mislim, Ebû Xetap û Ebû Ducana El-Filîstînî ve tê pêşwazîkirin. Ji ber girîngiya Ebû Kerem derbasbûna wî ji Sûrî re dibe mijara sereke ya ragihandina herêmê û ya navnetewî. Di gelek ajansan de gava Ebû Kerem derbasî Sûrî dibe dibêjin kû “terorîstê herî mezin yê Filîstînê derbasî Sûrî dibe’’  û herwiha derbasbûna wî ji hevalbendê wî yê herêmê re dibe cihê kêxweşiyê.

Ebû Kerem li Sûrî dest bi kar dike

Piştî Ebû Kerem derbasî Sûrî dibe, li Idlibê mehekê dibe mêvanê El-Nusra, Ehrar El-Şam û hin komên çekdar yê di hûndirê Sûrî de. Ebû Kerem bi wan komên çeteyan re êrîşê Helebê dike û 4 mehan li Heleb taxa Mesakin Henano dimîne û piştre DAIŞ wî rê dike Bakurê Helebê. Li wê deverê dest bi avakirina komên istixbaratê yê girêdayî DAIŞ’e dike û herwiha derbasî El-Babê dibe û cihê xwe di fermandariya navenda istixbaratê de digire.

Ebû Kerem komeke taybet yê kû ji Filîstîniyan pêk tê bi navê Siriya Ebû Nur El-Maqdûsî ava dike

Ebû Kerem dibêje ku; ji ber kû DAIŞ girîngî didan Filîstinîyan, taybet jî ciwanên Xezaye, ji ber ku em dinav şerê li dijî Îsraîlê de pir mabûn, DAIŞ girîngiyeke mezin dida me. Dixwest me bikar bîne, wê demê me rabû komek bi navê Siriya Ebû Nur El-Maqdûsî avakir û min dest bi perwerdekirina wan kir. DAIŞ navê me pir bikar anî û sûdeke mezin ji me girt. Navê me di ragihandinê de bikar anî û gelek rêklam û çalakî bi navê Micahîd El-Xezeb pêk anî.  

Ebû Kerem diçe Reqa yê

Piştî avakirina navendên istixbaratê û koma Siriya Ebû Nur El-Maqdûsî, DAIŞ ji Ebû Kerem dixwaze biçe Reqa yê dinav istixbarat û avakirina Çeşil El-Sedîk cîh bigre û avabike. Ji ber tecrûbeya Ebû Kerem û mayîna wî di nav şerê Filîstînê de DAIŞ dixwest sûd ji wî werbigre. Liser vî esasî Ebû Kerem diçe Reqa û li wir dest bi çêkirina çeperên şer dike. DAIŞ her dixwest karê herî zehmet bide pêşiya wî, herwiha dest bi avakirina di Bakurê Reqayê de ketîbeya ‘’El-Ekrûma’’ ya taybet bi karê istixbaratê  radibû. Li Reqqa yê Ebû Kerem salek û nîv dimîne û karê DAIŞ bicih tîne. Berî mehekê Pêngava Rizgarkirina Reqayê destpê bike ji Reqayê derdikeve û diçe bajarokê Meyadînê.

Têkiliyê DAIŞ û Tirkiyê

Ez dikarim li ser têkiliyê DAIŞ û Tirkiyê eşkere û yê ne eşkere biaxivim. Ji ber ku ez wek kes gava  derbasî Sûrî bûm, wek kesekî fermandar bi bandor di nav DAIŞ de min gelek tişt bi çavê xwe dît. Gava ez derbasî Sûrî bûm, min bi çavê xwe dît ku çawa Tirkiyê alîkarî dide DAIŞ’ê. alîkariya ku dida DAIŞ’ê bi rengekî eşkere li pêş çavê hemû cîhanê dikir. Herwiha terorîstê cîhanî di rê û alîkariya Tirkiyê derbasî Sûrî dibûn. Balafirgeha Stenbol û Antakya bûbû deriyê derbasbûna terorîstan ji bo nav xaka Sûrî. Sînorê Tirkiyê ji bo derbasbûna terorîstan re vekirîbû û herwiha ji bo derbaskirina çek û cebilxaneya ji DAIŞ û hemû komên çeteyan re vekirîbû. Tirkiyê komên xwe ye istixbaratê bi rêka çeteyan re di nav Sûrî de bicîh kir û dest bi talankirin û wêrankirina Sûrî kir. Heya roja meya îro jî Tirkiyê alîkariya çeteyên DAIŞ û komên bi navê El-Nusra û herwiha hemû komên di hûndirê Sûrî de dike. Tirkiyê alîkarî dida DAIŞ û malbatên wan ji bo derbasî Tirkiyê bikin û Tirkiyê herdem bi DAIŞ re di nav têkiliyan de ye. Ji bo ku DAIŞ hilneweşe çi ji destê wê tê dike û dixwaze emrê DAIŞ dirêj bike. Ji nû ve çeteyên DAIŞ komî ser hev dike û wan li herêmê belav dike. Ji vê zêdetir Tirkiyê dibin navê alîkariya mirovahiyê de  ango liser navê gelê Sûrî ji komên çeteyan re çek û cebilxanê derbasî herême dike.

Tirkiyê bi rêka DAIŞ teqîna li Ewropa pêk dianî

Di kampên taybet de, bi perwerdekirina zarok û kesên xwe biteqînin li ser şêwaz û bikaranîna alavên teqînê tên perwerdekirin. Piştî Tirkiyê her tiştên wan amade dike û ji bo derbasî Ewropa bibin ew kes taybet bi alîkariya MÎT’ê re derbasî Ewropa tên kirin. Têkilî di navbera DAIŞ û Tirkiyê de çêdibe li ser cihê ku Tirkiyê bixwazê teqîna çêbikin û bi taybet welatê ku li hember şerê DAIŞ disekinin wek Fransa, Emerîka û Brîtanya.

Bi leyîstokên DAIŞ û Tirkiyê neyên xapandin

Ebû Kerem di dawiya gotina xwe de wiha dibêje: Ez bavê 9 zarokanim, min zarokên xwe ji gotina bav mehrûm hişt. Ez bang li herkesî dikim ku ti kes tevlî DAIŞ nebe û durî karê terorîstan bisekine. Her ciwanekî dixwaze tevlî refê DAIŞ û komên terorîstên din bibe bila aqlê wan li serê wan be û neyên xapandin."

Hêjayê gotinê ye ku Ebû Kerem kesayetekî bi navdar û pir bi bandor bû dinav DAIŞ de û gelek xebatên avakirinê bi destê Ebû Kerem hatin avakirin. Ji ber çalakiyên wî û xebatên wî yên terorîstî di gelek dewletan de lêgerîn liser heye.

ANHA