Welatiyên Tebqayê operasyona li dijî şaneyên DAIŞ‘ê silav kirin

Şêniyên herêma Tebqayê keda hêzên ewlekariyê spas kirin û pesnê exlaqên wan dan.

Welatiyên Tebqayê operasyona li dijî şaneyên DAIŞ‘ê silav kirin
7 îlon, 2018   20:34

ÛDEY EL-EHMED / TEBQA

Hêzên Ewlekariya Hindirîn a herêma Tebqayê bi hevkariya QSD‘ê danê sibehê li dijî hucreyên veşarî yên DAIŞ‘ê operasyon dabûn destpêkirin û ji bo parastina ewlehiya welatiyan jî derketina derve qedexe kiribûn.

Şêniyên herêma Tebqayê êrênî nêzî hêzên ewlekariyê bûn û bi wan re bûn alîkar.

Li ser mijarê welatiyan nêrînên xwe anîn ziman.

Welatiyê bi navê Yûsif Ebûd anî ziman ku herêma Tebqayê hewcedarê mîna vê çalakiyên e û got, hucreyên veşartî yên terorîst hewl didin aramiya herêmê û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de têk bibe.

Yûsif exlaqê hêzên ewlekariyê destnîşan kir û ev tişt got, "Nêzîkatiyên hêzên ewlekariyê bi me re gelekî dirûst bûn. Em bang li hêzên rêveberiya sivîl û leşkerî dikin û saetên sibehê yên rakirina qedexeya derketine derve zêde bikin da ku pêwîstiyên xwe bi cih bînin."

Ji aliyê xwe de, Hisên El-Ehmed jî nîrîna xwe wiha parve kir, "Di demên pêşîn de herêm rastî gelek hedefkirinan hat, welatî dihatin talankirin û nuqteyên leşkerî ji aliyê hucreyên veşartî yên terorîstan ve dihatin hedefgirtin. Em pêngava ku di dema xwe de hatiye em silav dikin ji ber ku ji hewcedariyekî û ewlehiyê herêmê hatiye."

Mihemed Dîb jî spasiya Hêzên Ewlekariyê û hêzên leşkerî kirin ku aramiya herêmê û welatiyan diparêze kir.

ANHA