ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08.09.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08.09.2018
8 îlon, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Cenazeyên şervanê QSD‘ê Elî El-Cedai û endamê Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Dêrazorê bi merasîmekê li goristana Şehîd Hanî El-Hesen a gundê Bisêra tên veşartin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Oldarên Misliman a herêma Cizîrê bi dirûşma "Bi hev re em exlaqê islama demokrasiya dirust belav bikin" li hola Zana ya bajarê Qamişlo civînekê li dar dixe. Saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ebû Kerem, ew kesayetê herî navdar ê ku li ser asta Filîstîn tê naskirin û yek ji kesên herî tûndraw(terorîst) tê binavkirin. Ebû Kerem ango bi navê xwe yê rast Adil Mûsa Ebdilcezar bi operasyonekî taybet yê Yekîneyên Antî Teror a bi ser YPG’ê ve berî ku derbasî Tirkiyê bibe di 11’dê Tebaxê de hat girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Elewiyên Efrînê destnîşan kirin ku armancên dijmin negihiştin serî, ji ber ku berxwedanî li kantona Şehbayê didome û diyar kirin ku dagirkeriya Tirkiyê hewl dide tevliheviyên di navbera pêkhateyên Efrînê de derxînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎLA

- Şêx Emîr El-Xabûr û Farûq diyar kirin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belgeyeke lihevkirinê di navbera rêveberiyên xweser û meclisên sivîl de ye, armanc jê pêşxistina rewşa xizmetguzarî û yekbûyîna hemû biryaran e.

- Siyasetmedar û rojnamevanên biyanî diyar kirin ku Tirkiyê dixwaze beşdarî şerê Idlibê bibe, di heman demê de dê sînorê xwe li pêşiya kesên ji dixwazin ji herêmê birevin bigire. Her wiha destnîşan kirin ku Tirkiyê projeya Bakurê Sûriyeyê dikeve hedef û gotin ku divê binpêkirinên Tirkiyê bêne teşhîrkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

-Seroka Weqfeya Newroz a Çanda Civakî Henan Osman got, civaka navdewletî bi bêdengiya xwe destûr dide Erdogan ku di hovîtiya xwe de berdewam bike. Henan her wiha bang li hemû jinên cîhanê kir ku li hemberî siyasetên dagirkeran û ji bo rizgarkirina Efrînê hevgirtina xwe xurt bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Zaroka Êzidî Feyrûz Hazim Hesen piştî ku ji aliyê çeteyan ve hate revandin, rastî lêdan û êşkenciyê hat, di heman demê de li bazaran hate firton, dibe dayika ûberpirsyariya xwedîkirina du zarokan hilgirtiye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Rewaş tenduristiyê li bajaroka Ceza ya navçeya Til Hemîs a herêma Cizîrê hatiye paşguhkirin, şênî dibêji, pêwîstiya wan bi navendeke tendurisityê, nemaze ji bo aşlekirina zarokan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-200 kargehên bilokan bi awayekî aktîv di xebatên ji nû ve avakirina Reqayê de dixebitin, kargeh di heman demê de derfetên kar ji welatiyan re peyda kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Navenda Sadkop a gundewarê rojhilatê Reqayê bi hemû derfetên xwe hewl dide stasyonên sotemeniyê pêş bixîne, her wiha ruxsetê dide da ku rê li ber keyzbaziyê bigire. Navnedê Mîlyon û 200 lîtir maoz û 4 hezar û 800 cereyên xazê li welatiyan belav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Destya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê ji bo sala perwerdeyê ya nû hemû amadekariyên dibistana pîşeyî ya amadehî ya yekemîn li herêma Cizîrê bi dawî bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên gundê Sawa ya gundewarê rojavayê Dêrazorê ji bo kêmbûna avê zehmetiyan dikişînin. Şênî rojana avê ji Çemê Firatê tînin û bang li aliyên têkildar kirin ku vê pirsgirêkê çareser bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA