Tecrîdkirina Ocalan li Şamê hate şermezarkirin

Bi sedan kurdên li taxa Zorava ya paytexa Sûriyeyê Şam li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û azadiya Ocalan xwestin.

Tecrîdkirina Ocalan li Şamê hate şermezarkirin
7 îlon, 2018   21:03

ŞAM

Li ser vexwendina Tevgera Civaka Demokratîk bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi seden kurdên li taxa Zorava ya paytexa Sûriyeyê Şamdê li qada şehîdan a taxê kom bûn.

Di dema meşê şêniyên taxê dukanên xwe girtibûn.

Meş ji qada şehîdan dest pê kir û heta kolaneke taxê berdewam kir.

Di meşê de, pankartên "Em tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin, Erdogan terorîst gefan li armaniya herêmê dixwe, êrîşên li ser Efrînê êrîş li ser tevahî Sûriyeyê" hatibûn vekirin. Her wiha dirûşmeyên azadiya Ocalan û şermezarkirina  tecrîda û silavkirina berxwedana Îmralî hatin berzkirin.

Meşa li kolaneke taxê veguherî mîtîngê. Rêveberê TEV-DEM‘ê Mihemed Îbiş axivî û ev tişt got, "Em binpêkirinên dewleta Tirk ên der heqê Ocalan şermezar dikin. Ev demeke ku dewleta Tirk nahêle ku malbat û parêzer serdana wê bikin. Tirkiyê bi vê tecrîdê dixwae dengê aşîtiyê, biratiya gelan bisekinîne û aloziya herêmê kurtir bike."

Îbiş her wiha anî ziman ku Ocalan ji 18 salan ve li hemberî desthildarî û zulmê tê dikoşe û banga rakirina tecrîdê kir.

Mîtîng bi dirûşmeyê azadiya Ocalan bi dawî bû.

ANHA