Li Dêrikê du şehîd hatin oxirkirin

Şervanên YPG‘ê Berxwedan Rojhilat û Qadir Ocar ên li bajaroka Sirînê ya herêma Firatê şehîd bibûn bi merasîmeke girseyî ji aliyê hezaran kesî ve hatin oxirkirin. Di merasîmê de nasnemeya gerîleyekî HPG‘ê hate aşkerekirin.

Li Dêrikê du şehîd hatin oxirkirin
Li Dêrikê du şehîd hatin oxirkirin
Li Dêrikê du şehîd hatin oxirkirin
Li Dêrikê du şehîd hatin oxirkirin
Li Dêrikê du şehîd hatin oxirkirin
Li Dêrikê du şehîd hatin oxirkirin
Li Dêrikê du şehîd hatin oxirkirin
Li Dêrikê du şehîd hatin oxirkirin
Li Dêrikê du şehîd hatin oxirkirin
Li Dêrikê du şehîd hatin oxirkirin
Li Dêrikê du şehîd hatin oxirkirin
6 îlon, 2018   18:23

QAMIŞLO

Bi hezaran kes ji bo oxirkirina cenazeyê şervanên YPG‘ê Berxwedan Rojhilat û Qadir Ocar ên li ser karê xwe li Sirînê şehîd bûn, li ber nexweşxaneya Şehîd Hogir a Dêrikê kom bûn piştî ku cenaze wergirtin bi kerwanekî ber bi goristana Şehîd Xebat ve herikîn.

Meraîmê bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG û Erka Xweparastinê dest pê kir.

Di merasîmê de ji fermandarê YPG‘ê Mihyedîn Xêrkê soza şopandina riya şehîdan ta pêkanîna armancên wan da û wiha got, "Serkeftinên ku hatine bidestxistin, berhemên xîwna şehîdan e."

Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Mihemed jî di merasîmê de axivî û ev tişt got, "Şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi saya hevgirtina hemû pêkhateyan û lehengiya şervanan li hemberî çeteyan bi serket. Bi vê rihî gelên herêmê xwedî li felsefeya Ocalan derketin. Em soza didin şehîdan ku em armancên wan temam bikin."

Piştî axaftinan nasnameyên her du şervanan hatin xwendin, her wiha nasnameya gerîlayê HPG‘ê Lezgîn Remedan (Herekol) ku sala 1991 li herêma Zapê di şerê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê şehîd bibû, hate aşkerekirin.

Wesîqeyên şehadetê radestî malbatên şehîdan hatin  kirin.

Malbatên şehîd jî soza da ku ew xeta kurên xwe bişopînin.

Girseye gel, cenazeyê herdu şervanên YPG‘ê di nava dirûşm û tilîliyên dayika spartin axê.

ANHA