Li Sirînê gel ji bo azadiya Ocalan li qada bû

Li bajaroka Sirînê ya kantona Kobanê bi sedan kes îro ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qada bû.

Li Sirînê gel ji bo azadiya Ocalan li qada bû
Li Sirînê gel ji bo azadiya Ocalan li qada bû
Li Sirînê gel ji bo azadiya Ocalan li qada bû
Li Sirînê gel ji bo azadiya Ocalan li qada bû
6 îlon, 2018   18:01

KOBANÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê û bajaroka Sirîn bi armanca ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin ji qada bajaroka Sirînê dest bi meşê kirin.

Meş bi dirûşmeya "Bi projeya Netewa Demokratîk em ê komploya navdewletî bi dawî bikin" ji aliyê Rêxistina Kongreya Star ve hatibû organîzekirin.

Meşvanan dirêjahiya 2 km meşiyan û bê navber dirûşmeyên şermezarkirina tecrîdê û bêdengiya rêxisitnên mafên mirovan û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berz dikirin.

Meş li deriyê ketina bakurê bajarokê veguherî mîtîngê.

Li vir Endama Koordînasyona Konreya Star Întîzar El-Lebabîdî axivî û li ser girîngiya projeya Netewa Demokratîk a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye pêşniyarkirin rawestiya û got, ev proje gelan ji zulm û nejatperestiyê û şer xelas dike. Întîzar anî ziman ku gelên herêmê şopdarên xeta Ocalan in.

Meş bi dirûşmeyên azadiya Ocalan bi dawî bû.

ANHA