Hêzên dagiker li Efrînê bi dehan kes revandin û li jinan dan

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, girtin ser gundên gundên Avraza û Coqa yên navçeya Mabatayê û bi dehan welatiyên revandin û li jinên gund xistin. Di heman demê de mal û milkên wan jî talan kirin.

Hêzên dagiker li Efrînê bi dehan kes revandin û li jinan dan
6 îlon, 2018   18:53

EFRÎN

Çavkaniyekî herêmî diyar kir ku çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker şevê din girtin ser gundên Avraza yê navçeya Mabata ya Efrînê û bi dehan kes revandin û birin cihekî ne diyar. Li gorî çavkaniyan ji kesên hatine revandin, (Elî Muslim Xelûf ê 61 salî û Heqîl Reşad Heqîd).

Çavkaniyî her wiha destnîşan kirin ku çete malbatên welatiyên hatine revandin tehrîk dikin û fidiyê ji wan dixwazin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyekî din ji gundê Coqa yê Mabatayê hatin girtin, çeteyên dewleta Tirk şevê din girtin ser gund û ciwan û zilamên gund revandin û li jinan xistin. Her wiha milkên wan talan kirin û telefonên wan ên destan desteser kirin.

ANHA