Navenda ciwanan komîteyên xwe ava kirin

Navenda Ciwanên Eyn Îsa ji bo birêvebirina ciwanan komîte li her sê bajarokên girêdayî wê ava kirin da ku amade bin û tev li çalakiyên navendê bibin.

Navenda ciwanan komîteyên xwe ava kirin
Navenda ciwanan komîteyên xwe ava kirin
Navenda ciwanan komîteyên xwe ava kirin
29 tebax, 2018   11:11

TIRKÎ EL-KALIT / GIRÊ SPÎ

Navenda Ciwanên Eyn Îsa ya girêdayî Yekitiya Ciwanên Rojava (YCR) di nava çend rojan de komîteyên ciwanan li bajarokên El-Hîşa, El-Elî Bacîle û bajarokê Ebû Xerze yên girêdayî navçeya Eyn Îsa ava kirin.

Ciwanên Eyn Îsa navenda xwe bi navê "Şehîd Zinar Kobanê" di 12`ê Tebaxê de vekir.

Li her bajarokekî 7 komîte hatin avakirin. Komîteyên hatine avakirin ev in: Komîteya Werzîşê, Komîteya Perwerdeyê, Komîteya Jinê, Komîteya Çand û Hunerê, Komîteya Parastinê û Komîteya Ragihandinê.

Di her komîteyekê de 2 rêveber ji aliyê ciwanên komîteyê ve hatine hilbijartin.

(bx)

ANHA