ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-08-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-08-2018
28 tebax, 2018   04:00

- Pêngava Bagera Cizîrê ya ku QSD‘ê bi armanca rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê ji nû ve daye destpêkirin dê were şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Ji bo şervanên YPG‘ê Mihemed Hiso ( Rustem Kobanê) li taxa Şehîd Serhed û Egît Keno (Comerd Kobanê) li gundê Dungir ê dikeve başûrê Kobanê merasîmê sersaxiyê tê li darxistin. Saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê amadekariyên vekirina yekemîn nexweşxaneya dil û çav li ser asta herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Desteya Perwerde û Fêrkikirnê ya Kantona Cizîrê ji bo sala perwerdeyê ya nû 24 hezar mamoste amade kirine . (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Aborî ya Koordînasyona Bazirganî û Rêveberiya Giştî ya Gumrikan li Bakurê Sûriyeyê, di civîna xwe de ya mehane biryara rakirina bacan li ser kelûpelên Tirkî girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pêkhateyên herêma Cizîrê li hemberî binpêkirinên Tirkiyê yên rûxandina goristanan û talankirina deverên dîrokî bang ‘Bibin yek û pîrozgehên Efrînê biparêzin‘li tevahî gelê Sûriyeyê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîrên navçeya Dirbêsiyê dibînin ku armanca tecrîdkirina Ocalan, têkbirina felsefeya wî ya ku hewl dide nexşerêyek nû ji Rojhilata Navîn re ava bike û wiha gotin:"Gel bi yekgirtinê û şerê wan ên li dijî tundrewiyê û pergalên zordariyê xwe isbat kirin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Hemîsê di çarçoveya amadekariyên 4‘emîn Mîhrecana Hunerê ya Zarokan, çalakiyekê li ser dika şanoyê ya navenda çamdê organîze dike. Saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên herêma Cizîrê destdirêjiya li ser jinên Efrînê ji aliyê çete û leşkerên dewleta Tirk şermezar kirin û bang û li rêxistinên têkildarî kirin ku bêdeng nemînin û kiryarên Tirkiyê yên ne exlaqî teşhîr bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk li dijî dagirkeriya Tirkiyê meşeke girseyî bi tevlêbûna ciwanên ji herêmên Bakurê Sûriyeyê li bajarê Girê Spî li dar dixe. Saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Ciwanên Rojava rêzecivînên xwe yên li kantona Şehba û navçeya Şêrawayê didomîne. Di vê çarçoveyê de civîneke li gundê Ehres tê lidarxistin. Saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Bi îrade xwe û destekdayîna malbatê nexweşiya xwe derbas kir, niha alavên kevin ên malê sererast dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêjeya gemara ku ji ber bermahiyan şerên li bajêrê Kobanê derketiye, piştî zêdetirî 3 salan kêm bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di 1‘emîn Konferansa Hêzên Parastina Civakî (HPC) ya Kantona Kobanê Rêveberiya ku piştî 3 salan hat lidarxistin de gelek biryaran derket, endamên HPC‘ê dest bi pêkanîna biryarên konferansê dikin, di vê çarçoveyê de perwerdeyên siyasî û leşkerî dibînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

INFOGRAFÎK

- Kampa Berxwedan, yek ji kampên ku li kantona Şehbayê ji bo pêşwazîkirina şêniyên Efrînê yên ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser herêmê neçar man malên xwe terik kirine hate vekirin. Di vê infografiyê de deteyê kampê û hejmara şêniyên û alîkariyên ku têne pêşkêşkirin, diyar dibe.

ANHA