Li herêma Hesekê mayîn bi erebeyekê de teqiya, birîndar hene –HATE NÛKIRIN

Li herêma nêzî Pira El-Ebyed ku li başûrê rojavayê bajarê Hesekê dikeve, mayinek bi erebeyekê de teqiya. Di encamê de du kesên birayên hev, birîndar bûn.

Li herêma Hesekê mayîn bi erebeyekê de teqiya, birîndar hene –HATE NÛKIRIN
Li herêma Hesekê mayîn bi erebeyekê de teqiya, birîndar hene –HATE NÛKIRIN
Li herêma Hesekê mayîn bi erebeyekê de teqiya, birîndar hene –HATE NÛKIRIN
Li herêma Hesekê mayîn bi erebeyekê de teqiya, birîndar hene –HATE NÛKIRIN
Li herêma Hesekê mayîn bi erebeyekê de teqiya, birîndar hene –HATE NÛKIRIN
Li herêma Hesekê mayîn bi erebeyekê de teqiya, birîndar hene –HATE NÛKIRIN
Li herêma Hesekê mayîn bi erebeyekê de teqiya, birîndar hene –HATE NÛKIRIN
Li herêma Hesekê mayîn bi erebeyekê de teqiya, birîndar hene –HATE NÛKIRIN
19 tebax, 2018   08:34

HESEKÊ

Nûçegihanê me ji herêma Hesekê ragihand ku li herêma nêzî Pira El-Ebyed a nêzî dibistana ajotina erebeyan ku li aliyê başûrê rojavayê bajarê Hesekê dikeve, mayinek bi erebeyekê de teqiya. Di encamê de Deham Ehmed El-Ehmed û Silêman Ehmed El-Ehmed ku birayê hev in û ji Til Hemîsê ne, birîndar bûn. Nûçegihanê me diyar kir ku her du lingên Deham qut bûne û her du birîndar niha li nexweşxaneyên Hesekê têne dermankirin.

Her wiha nûçegihanê me tekez kir ku rêya ku erebe tê re diçûn, hîn ji mayinan nehatibû paqijkirin, lewre Ewlekariya Hundirîn ew rê qedexe kiribû ku kes tê re neçe û neyê.

(kc)

ANHA