HPC'ê Kobanê yekemîn konferansa xwe dest pê kir

Hêzên Parastina Civakê (HPC) ya kantona Kobanê piştî sê salan ji damezrandinê yekemîn konferansa xwe îro lidar dixe.

HPC'ê Kobanê yekemîn konferansa xwe dest pê kir
HPC'ê Kobanê yekemîn konferansa xwe dest pê kir
HPC'ê Kobanê yekemîn konferansa xwe dest pê kir
19 tebax, 2018   08:18

KOBANÊ

Bi armanca çespandina sîstema parastina rewa û parastina cewherî li kantona Kobanê, bi taybet piştî komkujiya çeteyên DAIŞ'ê li bajêr û gundê Berx Botan di 25'ê Hizêrana 2015'an de, Hêzên Parastina Civakê (HPC) piştî sê salan ji damezrandinê yekemîn konferansa xwe îro lidar dixîne.

Di konferansê de bêtirî 800 delegeyên HPC'ê ji seranserî kantona Kobanê beşdar dibin. Di konferansê de her wiha hevserokê meclisa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya kantona Kobanê Ehmed Şêox û hevserokê Desteya Parastin û Xweparastinê ya kantona Kobanê Esmet Şêx Hesen beşdar bûn.

Konferans li salona Newroz a li ser riya Helebê yê bajarê Kobanê tê lidarxistin. Di salonê de pankartên bi nivîsên weke "Parastina Rewa siyaseta ewlehiya civaka siyasî û exlaqî ye", "Divê jin bi îrade û zanistiyê parastina xwe bikin" û gelek wêneyên şehîdan hatin daliqandin.

Konferans bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê 5 endam ku ji wan 3 jin bûn weke dîwana konferansê hatin hilbijartin. Piştre Esmet Şêx Hesen axaftina vekirina konferansê kir û têde wiha got: "şoreşa me ber bi serkeftinê ve diçe. Divê em hevrûkirinê bi sala 1984'an re dema ku fermandarê leşkerî şehîd Egîd yekemîn çalakiya leşkerî li dijî artêşa Tirk daye dest pê kirin,bi roja me ya niha re bikin. Me gavên mezin avêtin divê em li ser nexşeriya ku Rêber Ocalan ji me re daniye bimeşin. Divê em ji bîr nekin ku bingeha serkeftinê parastina cewherî ye".

Çalakiyên konferansa yekemîn a HPC'ê berdewam in. Di konferansê de endamên HPC'ê dê xebatên xwe yên sê salên borî binirxînin. Her wiha dê rêziknameya HPC'ê were xwendin û nirxandin. Di konferansê de fîlmek dê were pêşandan ku behsa çalakiya avakirina HPC'ê di şer û mercên dijwar de dike. Her wiha di dawiyê de dê ji bo sala bê pilansazî were eşkerekirin.

Pêwîstiyên qonaxê

Lidarxistina konferansê dema ku herêmê di şert û mercên hesas re derbas dibe pêk tên ku têde hevsengiya hêzan bi awayekî lezgîn û ji nuşka ve tên guhertin. Divê sîstema parastinê ya herêmê were xurtkirin da ku ji hemû rewşên awarte re amade be û valahiyên li pêşiya dijminan werin dagirtin.

Di konferansê de sîstema parastina hundirîn tê gotûbêjkirin, ji ber ku HPC'ê ji ewlehiya tax û gundên herêmê re berpirsyar e.

Tê payîn ku di encamnameya konferansê de biryarên girîng bêne derxistin da ku sîstama parastinê li Kobanê were xurtkirin.

ANHA