Çîroka dayika koçber û hêviya vegera li Efrînê

Ji mirinê direve da ku zarokên xwe xelas bike, li stargeheke ewle digere da ku zarokên xwe ji tank û topan biparêze. Efrîn li pêşiya xwe dît, lê nedizanî ku dê ji kurekî xwe bibe û yekî din jî birîndar bibe, rexmî vê jî dîsa Efrîn wekî welatê xwe yê duyemîn dibîne.

Çîroka dayika koçber û hêviya vegera li Efrînê
Çîroka dayika koçber û hêviya vegera li Efrînê
Çîroka dayika koçber û hêviya vegera li Efrînê
19 tebax, 2018   08:39

ŞERVÎN MUSTEFA - ARIF SILÊMAN / EFRÎN

Ne tenê efrîniyan ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ziyan dîtin, bi hezaran koçberên ji herêmên din ên Sûriyeyê yên lê bi cih bûbûn jî ziyan dîtin.

Malbata dayika Dehîba El-Elî (45) ji bajarokê Xenaser a herêma Sifêra ya Helebê ye, dayika 9 zarokan e (6 kur û 3 keç). Ji ber şerê di navbera ji ber şer di navbera komên çekdar û rêjîma Sûriyeyê li Xenaserê berê xwe da bajarê Helebê û paşê jî kantona Efrînê. Xelkê Efrînê jî alîkar da malbatê û cih jê re peyda kir û kar ji zarokan re peyda kirin.

Piştî êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê ku di 20‘ê Çileyê de dest pê kir, du kurên Dehîba, Yehya û Xalid Ehmed Hemadî birîndar bûn.

Yehyayê 12 salî ku bi parçeyên balafirên şer birîndar bûbû jiyana xwe ji dest dide, her wiha Xalid jî yê 8 salî birîndar dibe.

Dehîba di bin dengê top û balafiran de kurê xwe Yehya li goristana taxa Tirindê ya navenda bajarê Efrînê defin dike. Her wiha kurê xwe Xalid li Nexweşxaneya Avirîn derman dike.

Dayika Dehîba, ji her wiha ji ber bomebebaran ku mala wê kir hedef, mala xwe jî winda kir, paşê berê xwe dide navçeya Şêrawa da ku bi hevkariyê noqteyên tenduristiyê dermankirina kurê xwe Xalid berdewam bike.

Piştre jî tevî 8 zarokên xwe yên din li kampa Şehbayê bi cih bûn û hêviya ku Efrîn rizgar bibe vegere û dibîne ku Efrînê ji bo wê welatekî din e.

Dayika Dehîba ji ajansa me re diyar kir ku kesayeta kurê wê Xalid piştî wefata Yehya guherî, bi tenê dimîne, xwe nêzî hevalê xwe nake, di xew de kabûsan dibîne û dema dengê teqînê dibihîze pir ditirse û xwe vedişêre.

Dayika Dehîba tekez dike ku piştî Efrînê rizgar bike ew dîsa lê vegere û tîne ziman ku derketina wê ya ji Xenaserê bi qasî Efrînê bandor lê nekiriye û wiha got: "Xwedê ji wan ne razî be, Efrîna rengîn xirab kirin."

(bb)

ANHA