Malbatên şehîdan salvegera 15‘ê Tebaxê li cangoriyên azadiyê pîroz kirin

Bi wesîleya salvegera 34‘an a Pêngava 15‘ê Tebaxê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Girê Spî merasîmek li goristana Şehîd Mehmûd Tamê li dar xistin.

Malbatên şehîdan salvegera 15‘ê Tebaxê li cangoriyên azadiyê pîroz kirin
Malbatên şehîdan salvegera 15‘ê Tebaxê li cangoriyên azadiyê pîroz kirin
Malbatên şehîdan salvegera 15‘ê Tebaxê li cangoriyên azadiyê pîroz kirin
Malbatên şehîdan salvegera 15‘ê Tebaxê li cangoriyên azadiyê pîroz kirin
14 tebax, 2018   18:59

GIRÊ SPÎ

Bi boneya salvegera 34‘an a Pêngava 15‘ê Tebaxê û bi armanca bîranîna cangoriyên azadiyê yên ku bi saya wan herêm ji çeteyan hat rizgarkirina Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Girê Spî merasîmek li goristnana Şehîd Mehmûd Tamê li dar xist.

Bi dehan rêveber û endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî merasîmê bûn.

Merasîmê di deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen El-Îbrahîm axivî û salvegera Pêngava 15‘ê Tebaxê li malbatên şehîdan û şervanên di çepên şerde pîroz kir.

El-Îbrahîm Pêngava 15‘ê Tebaxê wekî roja jidayikbûna hemû gelên azadxwaz bi nav kir û ev tişt got, "Fikir û felsefeya Rêberê Netewa Demokarîk Abdullah Ocalan riya gelan ya ber bi demokrasî û azadiyê ve ronî kir."

Di dawiya merasîmê de find li ser gorên şehîdan hatin vêxistin.

(bb)

ANHA