Bi wesîleya salvegera rizgarkirina Minbicê çalakiyên werzîşê

Yekîtiya Werzîşê ya herêma Minbicê bi boneya salvegera duyemîn a rizgarkirina Minbicê çalakiyên werzîşê li dar xist.

Bi wesîleya salvegera rizgarkirina Minbicê çalakiyên werzîşê
Bi wesîleya salvegera rizgarkirina Minbicê çalakiyên werzîşê
Bi wesîleya salvegera rizgarkirina Minbicê çalakiyên werzîşê
Bi wesîleya salvegera rizgarkirina Minbicê çalakiyên werzîşê
Bi wesîleya salvegera rizgarkirina Minbicê çalakiyên werzîşê
Bi wesîleya salvegera rizgarkirina Minbicê çalakiyên werzîşê
Bi wesîleya salvegera rizgarkirina Minbicê çalakiyên werzîşê
14 tebax, 2018   19:21

MINBIC

Di çarçoveya çalakiyên Yekîtiya Werzîşê ya Minbicê yên ku bi boneya salvegera duyemîn a rizgarkirina Minbicê têne lidarxistin de lîstek volîbol a jinên ciwan di navbera tîma Minbic û Reqayê li stada bajarê Minbicê hate organîzekirin. Di lîstikê de tîma Minbicê bi 3 noqteyan li beramberî yek noqte bi serket.

Li stada Yûnis jî ya li ser riya Helebê bi beşdarbûna 75 kesan ji şêniyên Minbicê pêşbirka bazdanê bi dirêjahiya 3 km hate organîzekirin. Di pêşbirkê de Ednan Kênco, Şadî Hawarê û Ezîz El-Ehemd bi serketin.

Her wiha lîstoka fotbol û karate û taykwando jî hebûn.

Çalakî bi amadebûna Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Farûq El-Maşî û Hevserokê Meclisa Rêveber Mihemed Xêr El-Şêxo, endamên Rêveberiya Sivîl hatin lidarxistin.

Di dawiyê de kesên serketin hatin xelatkirin.

ANHA