Balafirên şer herêma Biradost bombebaran dikin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker derdora gundên herêma Biradost bombeberan dikin.

Balafirên şer herêma Biradost bombebaran dikin
14 tebax, 2018   18:40

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Ajansa Rojnewsê ku agahiyên xwe ji herêmê girtine; balafirên şer ên dewleta Tirk ji saet 20:30'an ve derdora gundên herêma Biradost a Sîdekan a Hewlêrê  bombebaran dikin.

Balafiran derdora gundên Lêlkan, Xelîfan, Sîran, Alihkan, Nawmêrge û devera Çiyadêl û Gewre Kewît bombebaran dikin.

Ji ber bombebaranê agir li wan herêma ket û daristanên wan herêma dişiwite.

Bombebaran hîn didome.