Lîga fotbolê ya kampa Eyn Îsa dest pê kir

Rêveberiya kampa Eyn Îsa bi hevkariya rêxistina Blument lîga fotbolê dest pê kir. Di lîgê de 6 tîmên ku di kampê de jiyan dikin beşdar bibin.

Lîga fotbolê ya kampa Eyn Îsa dest pê kir
Lîga fotbolê ya kampa Eyn Îsa dest pê kir
Lîga fotbolê ya kampa Eyn Îsa dest pê kir
Lîga fotbolê ya kampa Eyn Îsa dest pê kir
14 tebax, 2018   11:51

GIRÊ SPÎ

Di lîgeyê de ku duh dest pê kiriye 6 tîmên fotbolê yên "El-Mirêhiyê, El-Koba, El-Bir we El-Îhsan, Bêl, ciwanên Bokemal û Blument" beşdar bûne.

Yekemîn lîstoka fotbolê ya lîgeyê li stada kampa Eyn Îsa di navbera herdu tîmên El-Mirêhiyê û Bêl de dest pê kir û di encamê de tîma Bêl 5 gol li hemberî ne tiştî bi ser ket.

Çavdêrê lîgayê Îyad El-Newaf girêdayî mijarê wiha got: "armanca me ji lidarxistina vê lîgayê ew e ku ciwan dilxweş bibin û afrîneriyên xwe bibînin."

El-Newaf got ku her tîmek dê pênc caran bilîze û di encamê de du tîmên ku herî zêde xal wergirtine dê di 27'ê vê mehê de li dijî hevûdu bilîzin.

ANHA