‘Ji bo doza gelê xwe şehîd bû’

Dayika şehîd Şiyar Sofî Wehîba Mihemed diyar kir ku kurê wê piştî 20 saliya xwe jiyana normal di nava civakê de red kir û tev li nav refên tevgera azadiyê bû, ji ber ku baweriya wî bi doza gelê wî hebû û di rêya vê yekê de gihaşt asta şehadetê.

‘Ji bo doza gelê xwe şehîd bû’
‘Ji bo doza gelê xwe şehîd bû’
‘Ji bo doza gelê xwe şehîd bû’
‘Ji bo doza gelê xwe şehîd bû’
‘Ji bo doza gelê xwe şehîd bû’
‘Ji bo doza gelê xwe şehîd bû’
‘Ji bo doza gelê xwe şehîd bû’
‘Ji bo doza gelê xwe şehîd bû’
14 tebax, 2018   12:16

QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo ji şehîd Nûredîn Mihemed (Şiyar Sofî) re yê ku di encama êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Herêmên Parastina Medyayê li herêma Botan a bakurê Kurdistanê di 7`ê Tebaxê de şehîd bû, merasîmeke xiyabî li dar xist. 

Konê sersaxiyê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo ve li pêşiya mala şehîd Şiyar Sofî li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo hate vedan. Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîdan û alên YPJ/YPG`ê hate xemilandin.

Bi sedan şêniyên kantona Qamişlo, şervanên YPJ/YPG`ê, Hêzên Erka Xweparastinê, hêzên Asayîşê, saziyên sivîl û xizmetguzariyê yên kantonê tev li merasîmê bûn.

Merasîm bi toreneke leşkerî ji aliyê şervanên YPJ/YPG`ê hate lidaxistin. Paşê ji fermandarên YPG`ê Luqman Xelîl axivî û destnîşan kir ku gelê Kurd di van rojan de xwe ji bo pîrozbahiyên Pêngava 15`ê Tebaxê amade dike, di vê rojê de Tevgera Azadiya Kurdistanê yekem çirûska şoreşa li dijî zilm û desthilatdariya ku li ser gelê Kurd ji aliyê dewletên desthilatdar û di serî de Tirkiyê ve dihat meşandin, dest pê kir.

Luqman destnîşan kir ku gelê Kurd hebûna xwe di Pêngava 15`ê Tebaxê de di sala 1984`an de tekez kir û ev yek heta roja îro jî didome û roj bi roj berfireh dibe. Luqman diyar kir ku mînaka vê yekê şehîd Şiyar  Sofî yê ku li hember zilm û zora dijmin serî netewand û tev li nava refên Tevgera Azadiyê Kurdistanê bû û navê xwe di nava dîrokê têkoşîna rizgarkirinê de neqişand.

Luqman tekez kir ku şehîd Şiyar di ciwaniya xwe de tev li tevgera azadiyê bû.

Dayika şehîd Şiyar Sofî Wehîba Mihemed diyar kir ku kurê wê piştî 20 saliya xwe jiyana normal di nava civakê de red kir û tev li refên tevgera azadiyê bû, ji ber ku baweriya wî bi doza gelê wî û rizgarkirina gel ji zilm û zoriyê hebû.

Merasîma sersaxiyê heta saetên êvarê dê bidome.

(bx)

ANHA