Parkên devera El-Keramê tên vejandin

Komîteya Xizmetguzarî ya girêdayî Şaredariya Gel a bajarokê El-Keramê ya gundewarên rojhilatê Reqayê bi armanca vejandina parkên bajarok ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibûn xirabkirin, xebatên xwe didomîne.

Parkên devera El-Keramê tên vejandin
Parkên devera El-Keramê tên vejandin
Parkên devera El-Keramê tên vejandin
Parkên devera El-Keramê tên vejandin
Parkên devera El-Keramê tên vejandin
14 tebax, 2018   11:37

FÎRAS TEYAWÎ / REQA

Şaredariya Gel a bajarokê El-Keramê ya gundewarê rojhilatê Reqayê bi armanca jinûveavakirina herêmê gelek proje amade kirin. Yek ji van projeyan jinûveavakirin û vejandina parkan bû piştî ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibûn xirabkirin. Nemaze di serdema dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de darên parkan hatin hilkirin û hatin şewitandin.

Beşa endezyariyê ya Komîteya Xizmetguzariyê di Şaredariya Gel a El-Keramê de ji destpêka meha Tîrmehê ve li ser parkan geriya û ziyanên bi van parkan bûne, qeyd kirin. Li ser vê bingehê xebatên sererastkirina parkan û ji nû ve vejandina wan, ji parkên aliyê rojhilat dest pê kirin û heta hemû park ji pêşwazîkirina welatiyan re tên amadekirin, dê xebatên xwe berdewam bikin.

Endamê Beşa Endezyariyê Feysel El-Birîm girêdayî mijarê wiha got: "Ji bo sererastkirina parkên El-Keramê plansaziyek hatiye danîn û tevî hemû kêmderfetên şaredariyê em ê xebatên xwe ji bo vejandina van parkan berdewam bikin."

Li gorî El-Birîm xebatên wan di parka destpêkirine de dê hefteyekê dom bikin û piştre dê dest bi sererastkirina parkên din bikin.

Çeteyên DAIŞ'ê di serdema dagirkeriya xwe ya li herêmê de darên di parkan de hilkirin û wek sotemenî ji xwe re dişewitandin.

ANHA