Hişyariya mayîndina 20 heta 30 hezar çeteyan li Sûriye û Îraqê

Netewên Yekbûyî îro di raporeke xwe de hişyarî da ku li Sûriye û Îraqê 20 heta 30 hezar çeteyên DAIŞ'ê hene, tevî ku DAIŞ hatiye têkşikandin û hatina biyaniyan ber bi refên DAIŞ'ê ve rawestiya ye.

Hişyariya mayîndina 20 heta 30 hezar çeteyan li Sûriye û Îraqê
14 tebax, 2018   10:51

NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê hebûna DAIŞ'ê li Sûriye û Îraqê îro Netewên Yekbûyî di raporeke xwe de ragihand ku hêjî 20 heta 30 çeteyên DAIŞ'ê hene û hişyariya wan da ku hêjî dikarin êrîşan û bi taybet di hundirê Sûriyeyê de pêk bînin.

Di raporê de hate gotin ku ji 3 heta 4 hezar çeteyên DAIŞ'ê li Lîbiyayê dimînin û niha hejmarekî çeteyan ber bi Afganistanê ve tên şandin û piraniya wan biyanî ne.

Di raporê de hate gotin ku çûndina çeteyan hêjî kêmtirî gumanan e û heta niha qadeke ji bo çeteyên biyanî nehatiye eşkerekirin tevî ku hejmarekî zêde li Afganistanê dimînin.

Li gorî raporê, nêzî 3500 heta 4500 çeteyên DAIŞ'ê li Afganistanê ne û niha beşdarbûna biyaniyan di nava refên çeteyan de rawestiya ye.

Serokwezîrê Îraqê di 9'ê kanûna 2017'an de tunekirina DAIŞ'ê li giştî Îraqê ragihand. Lê heta niha gelek şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê li Îraqê tevdigerin û li Sûriyeyê tenê li herêma Hecîn û devereke gundewarê Şamê dimînin.