Toreya kanalîzasyonê ya Tebqayê tê nûkirin

Şaredariya Gel a Tebqayê dest bi qonaxa duyemîn a sererastkirina toreya kanalîzasyonê ya bajêr kir. Li gorî rayedarên şaredariyê dê xebatên xwe di van sê mehan de bi dawî bikin û dê 5 km ji boriyên toreyê biguherînin.

Toreya kanalîzasyonê ya Tebqayê tê nûkirin
Toreya kanalîzasyonê ya Tebqayê tê nûkirin
Toreya kanalîzasyonê ya Tebqayê tê nûkirin
Toreya kanalîzasyonê ya Tebqayê tê nûkirin
Toreya kanalîzasyonê ya Tebqayê tê nûkirin
14 tebax, 2018   10:17

TEBQA

Şaredariya Gel a bajarê Tebqayê qonaxa duyemîn a sererastkirina toreya kanalîzasyonê dest pê kir, ku di encama hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê de % 20 ji giştî toreyê hatiye hilweşandin.

Di qonaxa duyemîn de xebatên sererastkirinê dê li kolana sereke ya navenda bajêr û gelek deverên herdu taxên Duyemîn û Sêyemîn û taxa El-Meqasim ên beşê rojavayê bajêr dê bêne meşandin.

Rayedarên şaredariyê ragihandin ku dê 2.5 km ji boriyên toreya kanalîzasyonê ji giştî 5 km boriyên ku divê bêne guhertin, di van rojan de biguherîne.

Endamê rêveberiya Buroya Pîşeyî ya girêdayî Şaredariya Gel a Tebqayê Ebdilhemîd El-Ebdolî diyar kir ku di destpêkê de dê xebatên xwe li deverên herî zêde ziyan dîtine bidin meşandin, nemaze deverên ku niştecîbûna welatiyan têde zêde ye û piştrast kir ku projeya wan dê di sê mehan de bi encam bibe.

Di qonaxa yekemîn a sererastkirina kanalîzasyonê de toreya taxên Fayiz Mensûr, kolana Umer Bin Xetab û kolana El-Cahiz ên rojhilatê bajêr hatin sererastkirin.

ANHA