3 sivîl di teqîneke li Bexdayê de bûn qurbanî

Di encama teqîna bombeyekê de ku li bazara bajarê El-Sedir a rojhilatê Bexdayê hatibû çandin, sê welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan.

3 sivîl di teqîneke li Bexdayê de bûn qurbanî
14 tebax, 2018   11:02

NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya çalakiyên Bexdayê ku berpirsyarê parastina paytextê ye bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama teqîna bombeyekê de li bazara Mirêdî ya bajarê El-Sedir a rojhilatê Bexdayê sê welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 4 sivîlên din jî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên ewlehî di nava qurbaniyan de jinek û zarokek heye. Berpirsyariya teqînê heta niha ti aliyan negirtiye ser xwe.

Piştî têkşikandina DAIŞ'ê li Îraqê li herêma Bexdayê heta astekê ewlehî û aramî serwer e, lê çeteyên DAIŞ'ê hêjî li beyar û hin deverên çiyayî çalak in.