Li Serêkaniyê 2 bazirganên madeyên hişbiriyê hatin girtin

Asayîşa Serêkaniyê du kesên ku bazirganiya madeyên hişbiriyê dikirin, girtin

Li Serêkaniyê 2 bazirganên madeyên hişbiriyê hatin girtin
Li Serêkaniyê 2 bazirganên madeyên hişbiriyê hatin girtin
8 tebax, 2018   12:54

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Buroya Ragihandinê ya Hêzên Asayîşa Serêkaniyê; Buroya Têkoşînê ya Li Dijî Sûcên Rêxistinî li ser agahiyên welatiyên Serêkaniyê ku du bazirganên madeyên hişbiriyê hene, rewşa herdu bazirganan şopand.

Buroya Têkoşînê ya li Dijî Sûcên Rêxisitinî bi koordîneya Buroya Ewlekariya Bendan a Serêkaniyê her du bazirgan dema diçûn Til Temir, girtin.

Berpirsê Buroya Têkoşînê ya li Dijî Sûcên Rêxistinî diyar kir ku li gel wan 1,25 kg ji madeyên hişbiriyê hate dîtin.

Di lêpirsînê de bazirganan li xwe mukir hatin ku wan qaçaxçiya madeyên hişbiriyê dikirin.

Buroyê ragihand ku bazirganên heşîşê sewqî Dadê kirin.

ANHA