Konferansa Jinên Ciwan bi axaftinan didome

Sêyemîn Konferansa Yekitiya Jinên Ciwan li ser asta Bakurê Sûriyeyê li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlan a girêdayî kantona Qamişlo bi beşdarbûna 800 delegeyan tê lidarxistin.

Konferansa Jinên Ciwan bi axaftinan didome
Konferansa Jinên Ciwan bi axaftinan didome
Konferansa Jinên Ciwan bi axaftinan didome
8 tebax, 2018   11:10

QAMIŞLO

Di destpêka konferansê de piştî ku dîwana birêvebirina konferansê ji 5 endaman hate hilbijartin, axaftina destpêkê ji aliyê endama Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Medya Mihemed ve hate kirin. Çalakiyên konferansê bi axaftinên têkildarî rola jinên ciwan di civakê de ji aliyê beşdaran ve didome.

Di vê çarçoveyê de endama Fermandariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Tolhildan Raman axivî û wiha got: "Jin bingeha civaka azad in. Ji ber ku di avakirina civakê de bingeh e û beşdarî pêşxistin û geşkirina civakên xwe dibe. Dema ku em behsa jinan dikin tê wateya ku em behsa jiyana azad dikin. Ev konferansa ku niha tê lidarxistin, yek ji berhemên têkoşîna jinan di hemû aliyan de ye."

Tolhildan Raman behsa rola jinan di eniyên şer û berxwedanê de kir û wiha domand: "Jin di eniyên şer û berxwedanê de pêşeng in. Ew jin ji bo ku civakên xwe biparêzin canê xwe feda dikin. Fedekariya jinan di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de jî nîşana fedekariya jinan e."

Piştre berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd axivî û wiha anî ziman: "Kombûna jinan ji seranserî herêmên Bakurê Sûriyeyê di vê salonê de gaveke serkeftî ye û rêya bêtir birêxistinkirina jinên ciwan vedike. Nemaze ji ber ku bi îradeya xwe ya azad nûnertiya şoreşê dikin. Divê em fikra azad bi hemû jinan bidin nasîn."

Di konferansê de li ser navê Meclisa Jinên Sûriyeyê Lîna Berekat axivî û da zanîn ku ew niha bi aliyên di hundirê Sûriyeyê re di nava peywendiyan de ne da ku çareseriyekê ji aloziya Sûriyeyê re peyda bikin û rola jinên ciwan di çareserkirina aloziyê de ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û piralî gelekî girîng e.

ANHA