Cenazeyê serçeteyê "Lîwa 51" li Cindirêsê hate dîtin

Cenazeyê serçeteyekî Lîwa 51 ya girêdayî Mertala Firatê ku beriya 5 rojan hatibû revandin li herêma Cindirêsê ya kantona Efrînê hate dîtin.

Cenazeyê serçeteyê "Lîwa 51" li Cindirêsê hate dîtin
7 tebax, 2018   14:19

EFRÎN

Serçeteyê Lîwa 51 yê girêdayî Mertala Firat Umer Kedro pêş 5 rojan, li Efrînê li ber bargeha xwe ji aliyê kesên ne nas ve hatibû revandin.

Piştî revandina çete Kedro li Exterînê di navbera "Lîwa 51" û" Sultan Murad" de şer rû da, di şer de kuştî û birîndarên herdu aliyan çêbûn.

Şêniyên herêma Cindirêsê cenazeyê çete Umer Kedro li gundewarên herêma Cindirêsê kuştî dîtin. Serçete Kedro bi guleyekî li eniya xwe hatibû kuştin.

(bb)

ANHA