Depoyek cebilxane li Girê Spî hate dîtin

Hêzên Asayîşa Girê Spî  roja yekşemê 5'ê tebaxê, li gundewarên Girê Spî depoyek cebilxane ya çeteyên DAIŞ'ê dît.

Depoyek cebilxane li Girê Spî hate dîtin
7 tebax, 2018   14:00

KOBANÊ

Li ser agahiyên welatiyan ku li nêzî avahiyekî kavilkirî çek û cebilxane hene, Hêzên Asayîşê yekser mudexele kirin.

Piştî lêkolînan hat diyarkirin ku ev cih, depoyek çekan a girêdayî DAIŞ'ê ye.

Di depoyê de gelek cureyên obûsan jê 60 obûsên topavêjan, 10 obûsên tankan û 50 obûsên hawin. Ji aliyê din ve tîma pispor a rakirina bermehiyên şer cebilxane birin cihekî bi ewle.

(şx)

ANHA