Artêşa dagirker du çeteyên xwe girtin

Artêşa tirk a dagirker yek ji serçeteyên koma "Nûredîn El-Zingî" û endamekî "Polîsên Leşkerî" yên girêdayî wê girtin û birin cihekî ne diyar.

Artêşa dagirker du çeteyên xwe girtin
Artêşa dagirker du çeteyên xwe girtin
Artêşa dagirker du çeteyên xwe girtin
7 tebax, 2018   13:40

EFRÎN

Çavkaniyek ji gundê Kefer Sefrayê yê girêdayî herêma Cindirêsê ji ajansa me re ANHA‘yê re ragihand ku artêşa tirk a dagirker yek ji fermandarên Koma "Nûredîn El-Zingî" yê bi navê Hisên Bermecê tu bi navê  Ebû Mihemed El-Kurdî tê naskirin û kurê birayê wî endamê "Polîsên Leşkerî" Laleş Ebdulrehman ê 23 salî girtin û birin cihekî ne diyar.

Sedema girtina herdu çeteyan nehat naskirin.

Hêjayî ku; çete Hesen Bermece beşdarî êrîşên artêşa tirk a dagirker ên li ser Efrînê bû û beşdarî gelek komên çeteyan bû.

(bb)

ANHA