‘Hevdîtinên bi rêjîmê re bandorê li xebatên rêxistinên mirovî nake’

Ilham Ehmed ji rêxistinên ku li Bakurê Sûriyê kar dikin xwest ku xebatên xwe yên mirovî û xizmetguzarî dewam bikin û tekez kir ku danûstandinên wan ên bi rêjîmê re tu bandorê li karê rêxistinan nakin.

‘Hevdîtinên bi rêjîmê re bandorê li xebatên rêxistinên mirovî nake’
‘Hevdîtinên bi rêjîmê re bandorê li xebatên rêxistinên mirovî nake’
7 tebax, 2018   12:26

GIRÊ SPÎ

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Ilham Ehmed bi nûnerên rêxistinên ku li Bakurê Sûriyeyê kar dikin re rûnişt û rewşa dawîn, taybet hevdîtinên di navbera MSD û rêjîma Sûriyeyê de, nirxand. Civîna ku li navenda MSD`ê ya li navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî hate lidarxistin, hevserokên Buroya Karûbarên Mirovahî ya MSD`ê Zozan Elûş û Abdullqadir El-Miwehed jî beşdar bûn.

Ilham Ehmed di destpêka axaftina xwe de hemû gotegotên ku hin aliyan belav dikirin û digotin ʺMSD herêmên Bakurê Sûriyeyê radestî rejîmê dikeʺ red kirin û got ev yek ji rastiyê dûr e.

Ilham Ehmed anî ziman ku di hevdîtina wan û rêjîmê de mijarên xizmetguzarî û mirovahî ku bandorê li gel dikin hatin nîqaşkirin û tekez kir ku hevdîtinê tu bandorê li xebatên rêxistinan nake ku li Bakurê Sûriyeyê kar dikin.

Ilham Ehmed bi lêv kir ku bi rêjîmê re rewşa tenduristî, rewşa ava Tebqayê, rewşa perwerdeyê li Minbicê hate nîqaşkirin, lê der barê Reqayê de tu nîqaş çênebûn.

Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê ji rêxistinan xwest ku xebatên xwe dewam bikin û xizmeta gel bikin. Di dawiya civînê de, Ilham Ehmed pirsên beşdaran bersivandin.

(kc)

ANHA