Yek ji mezintirîn şîrketa otomobîlê dawî li xebatên xwe yên Îranê anî

Yek ji şîrketa herî mezin a cîhanê ya otomobîlê Daîmler, piştî pêkirina aborî ya DYA’yê ya li ser Îranê, xebatên xwe yên li Îranê da rawestandin.

Yek ji mezintirîn şîrketa otomobîlê dawî li xebatên xwe yên Îranê anî
7 tebax, 2018   12:19

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê şîrketê ji AFP’ê re axivî û got, heta fermaneke dî wan dawî li xebatên xwe yên ‘sînorkirî’yên Îranê anîne.

Berdevk got şîrketê projeya berbelavbûnê ya bi çarçoweya şîrketên xwecih ku qemyonên Mercedest hildiberandin û difirotin jî dane sekinandin.