Rêjîmê Hewid El-Yermûk bi temamî xist bin serweriya xwe

Hêzên rêjîmê herêmên Hewid El-Yermûk ên rojavayî Deraayê yên di bin serweriya çeteyên Ceyş Xalid Bin Welîd ên girêdayî çeteyên DAIŞ`ê de bi temamî xistin bin serweriya xwe.

Rêjîmê Hewid El-Yermûk bi temamî xist bin serweriya xwe
31 tîrmeh, 2018   09:01

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê hêzên rêjîma Sûriyeyê li herêmên Hewid El-Yermûk ên aliyê gundewarên rojavayê Deraayê ku şeva Duşemê xistin bin serweriya xwe, operasyonên xwe berdewam dikin.

Navendê diyar kir ku şer di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên Ceyş Xalid Bin Welîd ên girêdayî çeteyên DAIŞ`ê de ku ber bi geliyê nêzî gundên Beyt Are û Koya ve reviyan, piştî ku hêzên rêjîmê herêm bi temamî xist bi serweriya xwe, didome.

Hêzên rêjîmê roja Duşemê herêma Hewid El-Yermûk bi temamî xist bin serweriya xwe. Hêzên rêjîmê gundên Mariya, Koya û El-Qesîr ku gundên herî dawîn di bin serweriya çeteyên Ceyş Xalid Bin Welîd de bûn, xistin bin serweriya xwe. Her wiha bombebarana balafiran li ser geliyên herêmê didome.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku li Siwêdayê şeva Duşemê li derdora beyara rojhilat û bakurê rojhilat a Siwêdayê di navbera hêzên rêjîmê û gundiyên ku destek didin wan û çeteyên DAIŞ`ê de şer derket. Şer li derdora El-Xîda û herêmên din derket. Her wiha topbaran li ser herêmê çêbû.

(bx/ew)