Li Afanîstanê teqîn, mirî û birîndar hene

Li rojavayê Afganîstanê, mayin bi otobusekê teqiya. Piraniya wan jin û zarok 8 kes mirin, 40 kes jî birîndar bûn.

Li Afanîstanê teqîn, mirî û birîndar hene
31 tîrmeh, 2018   09:04

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Polîsên Eyaleta Farahê Mûhîbûllah Mûhîb ji AFP'ê re axivî û got: "Mayina ku Talîbanê li dijî hêzên ewlekariyê li ser rê bi cih kiribû, bi otobuseke rêwiyan teqiya."

Berdevkê Walîtiyê Nasir Mehrî jî diyar kir ku bûyer li gorî dema herêmê saet 04:30'î qewimî. Otobusa ku sefera Herat-Kabî dikir, li bajarokê Bal Balûk ê eyaleta Farahê pê li mayinê kir.

Talîbanê zexta xwe ya li ser eyaleta Farahê zêde kir. Bi biharê re careke din hewl da bajarê Şerî ku navenda eyaletê ye û bendavekê kontrol bike. Lê belê bi destwerdana hêzên Afgan û Amerîkî, meha Gulanê ev hewldan hate têkbirin. Talîbanê sala 2017'an jî sê caran hewl da bajarê Farahê kontrol bike.