Dexlê di embarxaneyên Tebqayê de bi qasî 2 milyar lîre ziyan dîtiye

Ji ber ziyanên bi embarxaneyên bajarê Tebqayê bûne û mayinên ku çeteyên DAIŞ'ê di hundirê embarxaneyan de çandine, dexlê di embarxaneyan de bi qasî 2 milyar lîreyên Sûriyeyê ziyan dîtiye. Niha herêma Tebqayê dexl di embarxaneyên El-Sehlebiyê û Ebû Dibiş ên girêdayî bajarê Reqayê de embar dike.

Dexlê di embarxaneyên Tebqayê de bi qasî 2 milyar lîre ziyan dîtiye
Dexlê di embarxaneyên Tebqayê de bi qasî 2 milyar lîre ziyan dîtiye
Dexlê di embarxaneyên Tebqayê de bi qasî 2 milyar lîre ziyan dîtiye
Dexlê di embarxaneyên Tebqayê de bi qasî 2 milyar lîre ziyan dîtiye
31 tîrmeh, 2018   08:59

TEBQA

Di dema rizgarkirina bajarê Tebqayê ji destên çeteyên DAIŞ'ê de, çeteyan gelek avahiyên giştî û deverên xizmetguzariyê û heta malên sivîlan mayin kirin. Çeteyan embarxaneyên dexlê (tenelî) yên bajarê Tebqayê jî mayin kirin û di encama teqandina van mayinan de aliyekî van embarxaneyan hate hilweşandin û di encamê de ji xizmetê hatin derxistin.

Li herêma Tebqayê 4 embarxaneyên dexl hene. 2 embarxaneyên Hinêde ya rojhilatê Tebqa û embarxaneya El-Boasî ya bakurê rojhilatê Tebqayê yên bîtonî ne û dikarin bêtirî 100 hezar ton hilberînê wergirin.

Li bajarokê El-Mensûra yê rojhilatê Tebqayê û li navçeya El-Cirniyê ya bakurê Tebqayê 2 embarxaneyên (JSI) yên biçûk hene û nêzî 11 hezar ton genim werdigirin.

Karîgeriya Çandiniyê nêzî hezar û 700 ton ji embarxaneya El-Boasî derxistin û dexlê di embarxaneya Hinêde de ku kufikî bû, ji ber ku karîgeriyê nikaribû hilberîna wan derxe, ji ber ku ji aliyê çeteyan ve mayinkirî bû, ziyana hilberînê ya ji ber vê mijarê bi qasî 2 milyar lîreyên Sûriyeyê bû.

Ji ber ku embarxaneyên bajarê Tebqayê nikaribûn hilberîna herêmê wergirin Karîgeriya Çandiniyê îsal neçar ma dexl di embarxaneyên El-Sehlebiyê û Ebû Dibiş ên Reqayê de embar bike.

Serokê beşa embarxaneyan di Karîgeriya Çandiniyê ya herêma Tebqayê de Ehmed El-Hemadê girêdayî mijarê wiha got: "Lêçûna jinûveavakirina embarxaneyan û sererastkirina wan gelekî bilind e. Niha beşeke mezin ji hilberînê li çolistanê tê embarkirin û karîgerî vê hilberînê dipêçe da ku ji nem û germahiyê biparêze."

Çeteyên DAIŞ'ê bi zanebûn gelek avahiyên giştî mayin kirin û hilweşandin. Niha Rêveberiya Sivîl a bajarê Tebqayê ji dema hatiye rizgarkirin ve tevî hemû kêmderfetan hewl dide pirsgirêkê çareser bike û alîkariya cotkaran bike.

ANHA