Rojnameyên erebî: Rûsya hewl dide Soçiyê bi Cinêvê biguherîne

Rûsya hewl dide civînên Astanayê ku tûra wê ya 10'emîn veguhestiye bajarê Soçiyê yê Rûsyayê, bi civînên Cinêvê biguherîne. Rojnameyan behsa gelek mijaran kir û di serî de çarenûsa Idlibê ku girêdayî wê dewletên ku xwe wek mîsogerkar bi nav dikin, bi nakok in.

Rojnameyên erebî: Rûsya hewl dide Soçiyê bi Cinêvê biguherîne
31 tîrmeh, 2018   08:49

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa gelek mijar û aloziyan kirin. Rojnameyan bal kişand ser tûra 10'emîn a rêzecivînên Astanayê û rewşa li başûrê Sûriyeyê û tevgera koçberiyê ji Idlibê. Her wiha behsa xebatên avakirina her du hikumetên Iraq û Lubnanê, rewşa lihevhatinên Filistînî û rewşa Yemenê kir. Rojnameyan ragihand ku serokê Amerîkayê amade ye bi rayedarên Îranê re dema dixwazin bê şert û merc bicive.

Soçî li şûna Cinêvê û dosyaya Idlibê li ser maseyê ye

Girêdayî mijar û aloziya Sûriyeyê rojnameyan behsa tûra 10'emîn a civînên Soçiyê kir. Rojnameya El-Heyat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Aloziya koçberan li Soçiyê serwer e, Rûsya di pêşkêşkirina dosyaya Komîteya Destûrî de bi israr e". Rojnameya Şerq El-Ewsat jî wiha got: "Civînên Soçiyê 'alternatîfeke Rûsyayê' li şûna Cinêvê ye."

Rojnameya El-Quds El-Erebî jî manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Soçî-10 behsa vegera koçberên Sûriyeyê û 'Komîteya Destûrî' dike û dosya girtiyan bi dawî dike". Rojnameyê diyar kir ku di çarçoveyekê de ku diyar dibe ku civînên Cinêvê bi rêya civînên Soçiyê bi dawî dibe. Duh tûra 10'emîn a civînên Astanayê yên girêdayî aloziya Sûriyeyê li bajarê Soçî yê Rûsyayê dest pê kir. Nemaze piştî ku Rûsya civîn veguhastin ser erdê xwe û xistin bin sponseriya xwe û beşdarbûna navneteweyî û nûnerên rêjîm û opozîsyona Sûriyeyê civîn geş kir û girêka beşdarbûna Amerîkayê li gorî berjewendiya Rûsyayê berdewam dibe. Rûsyayê 4 dosyayên mirovî û siyasî danîn ser maseyê. Di serî de behsa vegerandina koçberan ji dewletên cîran dike û komîteya destûrî lêkolîn dike da ku li şûna sîwana Neteweyên Yekbûyî ya Cinêvê li Soçiyê were erêkirin. Her wiha sererastkirina dosyaya girtiyan ku guman e encamên wê diyar in piştî ku hate ragihandin ku bêtirî 4 hezar kes rêjîma Sûriyeyê di bin îşkenceyê de kuştine. Dosyaya herî balkêş ew e ku çarenûsa Idlibê were diyarkirin ku di navbera dewletên mîsogerkar de girêdayî wê nakokiyê hene.

Rêjîm ji serweriya giştî ya başûr ve nêzîk dibe

Girêdayî rewşa başûrê Sûriyeyê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Hêzên rêjîmê û opozîsyonê DAIŞ'ê di 5 bajarokan de dorpêç dikin". Rojnameya El-Heyat jî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Hêzên rêjîmê ji serweriya giştî ya başûrrojavayê Sûriyeyê ve nêzîk dibe". Rojnameyê xwe spart agahiyeke Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ku hêzên rêjîmê li ber serweriya devera dawî ya di destên çekdarên opozîsyonê li başûrê rojavayê Sûriyeyê ye.

Navendê ragihand ku hêzên hikumetê ber bi serweriya giştî herêman ve ji bilî sê gundên di bin serweriya koma "Artêşa Xalid Bin Welîd" a girêdayî rêxistina DAIŞ'ê ve diherike.

Li Idlibê tevgera koçberiyê

Girêdayî mijara koçberiya welatiyên sivîl ji bajarê Idlibê rojnameya El-Heyat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Moskov piştrast dike û opozîsyona Sûriyeyê derketina bi hezaran ji Idlibê bi riya korîdorekî bi ewle red dike". Rojnameyê diyar kir ku Moskov ragihand ku hejmarekî mezin ji welatiyên parêzgeha Idlibê bi riya korîdorekî di bin serweriya hêzên Rûsyayê de ji Idlibê derketine. Dezgehên çapemeniyê yên Rûsya weke destpêka paqijkirina bajêr ji çekdarên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) bi nav kir. Her wiha hate ragihandin ku pisporên Rûsya çavdêriyê li ser navendên pêşwazîkirinê dikin û koçberan bi cih dikin û alîkariya wan di wergirtina belgeyên xweyên kesane de dikin. Bijîşkên leşkerî yên Rûsyayê jî tenduristiya koçberan dişopînin.

Gefxwarinên Sîstanî hişt ku tevgera avakirina hikumetê bi lez bibe

Girêdayî mijarên Iraqê jî rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Hişyariya Sîstanî tevgera bloka mezintirîn bi lez kir". Rojnameyê diyar kir ku bilokên siyasî yên di hilbijartinên Iraqê de bi ser ketine tevgera xwe ji bo avakirina blokên parlemanê ya mezintirîn bi lez bûye. Nemaze piştî helwesta hişk a Lêvegerê Şîayî yê bilind li Iraqê Ayetullah Elî El-Sîstanî di xutbeya roja Înê de ya der barê bilezkirina avakirina hikumetê û rê li pêşiya xwepêşandêran vekir ku rêbazên xwepêşandanên xwe rengîn bikin.

Rojnameyê li ser navê çavkaniyekî nêzî danûstandinên blokan got ku biloka El-Fetih bi serokatiya Hadî El-Amirî û Dewleta Qanûnê ya bi serokatiya Nûrî El-Malikî gaveke girîng ber bi avakirina mezintirîn bilok ve birine. Serokwezîrê hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihaşt Bedayê û bi serokwezîr Heyder Ebadî re civiya.

Şerê li ser payên serokatiyê danûstandinên avakirina hikumetê asteng dike

Rojnameya El-Heyat jî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Şerê li ser payên serokatiya Iraqê nû dibin û bandora xwe li danûstandinên avakirina hikumetê dike". Rojnameyê diyar kir ku li rex xebatên partiyên şîayî yên di danûstandinên nû ji bo avakirina hikumeta Iraqê, hêzên sunnî derbasî danûstandinên bi heman rêbazan dibin û her du alî ji bo wergirtina paya serokê parlemanê di nava pêşbirkê de ne. Her wiha besa avakirina mezintirîn blok tê kirin ku karibe hejmarekî temam a kursiyan ji bo vebijartina serokwezîr tê kirin. Hêzên sunnî hewl didin derbasî vê bilokê bibin da ku ji avakirina pêkhatebûna wezaretan neyên dûrxistin. Şerê li ser paya serokkomariyê di navbera herdu partiyên kurdî yên sereke de berdewam e.

Metirsiyên hilweşîna rewşa ewlehiyê li Lubnanê

Girêdayî mijarên Lubnanê rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Derengmayîna avakirina hikumeta Lubnanê rê li pêşiya metirsiyên derketina çalakiyên kuştin û teqînan vedike". Rojnameyê diyar kir ku parlemanterê berê Faris Seîd li ser rûpela xwe ya Tiwitterê guman dike ku dibe çalakiyên kuştin û teqînan li Lubnanê dîsa vegerin eger hikumet neyê avakirin û dibe serdema piştî kuştina Refîq El-Herîrî ya sala 2005'an dîsa vegere. Seîd di nivîsa xwe de diyar dike ku ev ne lêhûrbûneke kesane ye lê belê gelek aliyên Lubnanê li hemberî vê mijarê metirsîdar in û dibe felceke hundirîn pêk were û ji aliyekî din ve bi geşedanên leşkerî û siyasî yên li Sûriyeyê ve girê dide.

Danûstandinên Filistînê didomin û aliyên navneteweyî alîkariya lihevhatinê dikin

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya El-Heyat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Hikumet radestkirina wezaretan mijara sereke dibîne û Pûtîn alîkariya lihevhatinên Filistînê dike." Rojnameyê diyar kir ku Misir ji bo serkeftina danûstandinên taybet bi lihevhatinên Filistînê û înîsyatîfa girêdayî herêma Gaza ku Nîkolay Mladînov têde dixebite, ked dide. Ev xebat alîkariya xwe ji Neteweyên Yekbûyî, Amerîka werdigire û behsa destwerdaneke serokatiya Rûsya û roleke Almanî tê kirin. Çavkaniyên Filistînê atmosfêr erênî û avaker nirxandin. Rêxistina Rizgariyê jî hewldana hin endamên Kongreya Amerîkayê ya derxistina qanûnekê ku tenê 40 hezar koçberên Filistînê li şûna 5.2 milyon koçberan nas dike, red dike.

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de li ser çavkaniyên Misrê ragihand ku bersiva "Fetih" li ser pêşniyara Misrê hin têbîniyan digire nava xwe û girêdayî avakirina hikumeta nû ya Filistînê ye. Her wiha wergirtina wezaretan di çarçoveya çespandina hikumeta niha de weke mijara sereke digire dest û piştre di hikumeta nû de lêveger pêk tê. Rayedarekî paya bilind di "Fetih" de wiha got: "Em qebûl nakin ku em bibin amûrê alûgoriyê li Xezayê û em di peydakirina darayî de berpirsyar bin û Hemas jî serweriya giştî jiyan û ewlehiyê bike."

Griffiths hewl dide danûstandinên Yemenê li derveyî çarçoveya kevn tev bigerîne

Girêdayî mijarên Yemenê rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Griffiths riyeke nû li rex tevgerên danûstandina Yemenê vedike". Rojnameyê li ser navê çavkaniyên dîplomasî diyar kir ku şandeyê navnetewî li Yemenê Martin Griffiths hewl dide riyeke nû ji bo çareseriya siyasî vebike û çarçoveya kevin derbas bike da ku serhişkiya hûsiyan derbas bike.

Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Griffiths dê şîrovekeke berfireh pêşkêşî Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî bike û di nava wê de encamên serdana Riyad, Eden û Senha hene. Meclis dê banga alîkariyê bi xebatên jinûve destpêkirina şêwermendiyên siyasî li Yemenê bike da ku lihevkirineke berfireh di dosya Yemenê de di navbera aliyên herêmî û naventeweyî de pêk were û zextê li aliyên Yemenê bike da ku vegerin ser maseya diyalogê.

Trump hevdîtinên bê merc pêşkêşî îraniyan dike

Girêdayî mijareke din rojnameya Şerq El-Ewsat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Trump bi pêşniyara hevdîtinên rasterast bi ser Rohanî de çû". Rojnameyê diyar kir ku serokê Amerîka Donald Trump bi ser  serokê Îranê Hesen Rûhanî ve çû ku ew amade ye bê şert û merc bi rayedarên Îranê re dema ku dixwazin bicive.

Rojnameyê ragihand ku Trump di civîneke çapemeniyê de bi serokwezîrê Îtaliya Giuseppe Conte li Koçka Spî wiha got: "Ez ê bi îraniyan re bicivim eger bixwazin, ez nizanim ka ew ji vê yekê ra amade ne yan na. Tu şert û mercên pêşwext tune ne. Eger bixwazin dema ku dixwazin ez ê bi wan re bicivim. Kî dibe bila bibe, ez bi civînan bawer im û bi taybet dema ku metirsiya şer derdikeve."