Li Kobanê yekemîn mala sêwiyan

Weqfeya Jina Azad a Rojava amadekariyên vekirina mala sêwiyan li kantona Kobanê bi dawî kirin. Mal bi armanca xwedîderketina li zarokên sêwî yên di encamên şer de bê dayik û bav mane, tê vekirin.

Li Kobanê yekemîn mala sêwiyan
Li Kobanê yekemîn mala sêwiyan
Li Kobanê yekemîn mala sêwiyan
Li Kobanê yekemîn mala sêwiyan
Li Kobanê yekemîn mala sêwiyan
Li Kobanê yekemîn mala sêwiyan
31 tîrmeh, 2018   06:24

HÊZA HESEN / KOBANÊ

Bi însiyatîfa Weqfa Jina Azad a Herêma Cizîrê û bi koordîneya Weqfa Jina Azad a Herêma Firatê û bi sponseriya rêxistinên derve, amadekariyên vekirina Mala Sêwiyan li Kobanê bi dawî bûn.

Di nav Şoreşa Rojava û şerên ku gelê herêmê li dijî terorê dane de, gelek zarok sêwî man û bi taybet li bajarê Kobanê. Bajarê Kobanê rastî gelek êrîşên çeteyan hatiye ku bi berxwedaneke mezin gelê wî li hemberî wan êrîşan sekinî. Tişta hişt ku terorîst komkujiyan der heqê şêniyên Kobanê de pêk bînin û bi taybet komkujiya 25'ê Hezîrana 2015'an a têkçûna wan li hemberî berxwedana gelê Kobanê ye.

Di encama wê komkujiyê de bi dehan zarok sêwî man. Gelek kes jî xwedî li zarokan derket û ew li gel xwe xwedî dikin.

Ji bo avakirina pêşerojeke ronî ji bo wan zarokan, Weqfa Jina Azad a Herêma Firatê ji bo hemêzkirina van zarokên sêwî, peydakirina cihên ewle û her wiha ji bo girîngiyeke mezin bidin wan, malek vekir. Weqfa jinan di sala 2015'an de dest bi projeya avakirina Mala Sêwiyan kir. Niha di vê dawiyê de xebatên avakirinê bi dawî bûn.

 Zarok dewreyên perwerdeyên çandî, fêrbûna zimanên erebî, kurdî û îngilîzî dê bibin û her wiha zarok dê fêrî bikaranîna komputer, huner û werzîşê bibin.

Mala Sêwiyan ji 2 avahiyan pêk tê. Avahiya yekem ji 3 qatan pêk tê. Zarok tê de perwerdeyên xwe dibînin. Avahiya duyem zarok tê de dijîn. Her du avahî tevî baxçeyekê û cihê lîstokan, ji 21 jûran pêk tên.

Mala Sêwiyan dê di meha Tebaxê de, 50 zarokên Kobanê pêşwazî bike. Ji bo zarokan tevî mamosteyan, 18 jin hatine erkdarkirin. Li gorî rayedarên malê, tê payîn ku Mala Sêwiyan a bi navê  Keskesora Alan di demeke nêz de dê were vekirin.

Girêdayî mijarê nûnera Weqfa Jina Azad a Kantona Kobanê, Fîdan Dirêî ji ajansa me re axivî û armanca vekirina malê vegot: "Mal bi aramanca hembêzkirina zarokên sêwî û peydakirina jiyaneke durist û gihandina wan ji hemû aliyên jiyanê bi rêya dewreyên perwerdeyên çandî û fêrbûnê hate vekirin."

Her wiha Dirêî tekez kir ku zarokên sêwî hewcedarî dilovaniyê ne û dê mal hewcedariya wan bi awayekî baş bi cih bîne.

(şx/ew)

ANHA