Encamên Hemleya ‘Serî hilde’

Bi însiyatîfa Yekitiya Ciwanên Rojava û bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 5'ê Mijdara 2017'an de hemleya "Serî hilde" dest pê kir. Beriya ku yekitî pêngava duyemîn a hemlê ji bo parastina Efrînê li dijî dagirkeriya tirk di 9'ê Hezîranê de ragihîne, hemle gihaşt ku derê û encamên wê çi ne?

Encamên Hemleya ‘Serî hilde’
Encamên Hemleya ‘Serî hilde’
Encamên Hemleya ‘Serî hilde’
Encamên Hemleya ‘Serî hilde’
Encamên Hemleya ‘Serî hilde’
31 tîrmeh, 2018   06:09

MEED SELÛM/GIRÊ SPÎ

Ji destpêka Şoreşa Rojava ve ciwanan roleke sereke ji bo parastina destkeftiyan lîst ku bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin û bi destpêka hemleya "Serî hilde" re bi pêşengiya ciwanan, gavên mezin hatin avêtin.

Piştî 8 mehan ji destpêkirina hemleyê re gelo ciwanan di pêngava yekemîn û duyemîn a hemleyê de armancên xwe pêk anîn an na? Di vê raporê de em ê çalakiyên ciwanan di hemleya "Serî hilde "de vebêjin.

Qonaxa yekemîn

Koordînasyona Yekitiya Ciwanên Rojava û Yekitiya Jinên Ciwan di 5'ê Mijadara 2017'an de ji bo naskirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan pêngava yekemîn ji  hemleya "Serî hilde" dest pê kiribû.

Di vê çarçoveyê de gelek çalakî hatin organîzekirin. Jê meşek ji herêma Serîkaniyê ya kantona Cizîrê heta navenda bajarê Qamişlo dest pê kir û 7 rojan dom kir. Lidarxistina mîhrîcanan wekî Mîhrîcana Hespên Ereb ên Resen li bajarê Tebqayê. Orgenîzekirina turnûvayên futbolê li herêmên cuda yên Bakurê Sûriyeyê.

Her wiha Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Helebê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û naskirina rewşa tenduristiya wî, meşeke bi meşaleyan organîze kir.

Tevî wan jî, navendên ciwanan li bajar û bajarokên ku ji çeteyên DAIŞ'ê hatine rizgarkirin, hatin vekirin, wekî Reqa û Dêrazorê. Ev navend bi armanca perwerdekirina ciwanan û pêşxistina wan ji bo li hemberî tehdîdên dagirkeriya tirk li ser xaka bakurê Sûriyeyê serî hildin.

Tevî ciwanên Rojava ciwanên Ewropa, Rohilata Navîn û Bakurê Sûriyeyê bi çalakiyên pêngava yekemîn a hemleya "Serî hilde" rabûn. Pêngava yekemîn di 21'ê Adara 2018'an de bi dawî bû.

Pêngava duyemîn

Di 18'ê Hezîrana 2018'an de bi dirûşma "Li dijî dagirkeriya tirk serî hilde" Tevgera Ciwanên Rojava ya Girê Spî dest bi pêngava duyemîn a hemleya "Serî hilde" kir.

Armanca pêngava duyemîn; şikandina dagirkeriya tirk û rizgarkirina bajarê Efrînê ye. Dema vê pêngavê vekiriye lê belê li gorî pêşketinên siyasî û leşkerî li ser qada Sûriyeyê dê bidome.

Ciwan di vê pêngavê de bi gelek çalakiyan rabûne; jê meşên peyayî, daliqandian pankartên sloganên ciwanan. Xêzkirina nîgaran li ser dîwaran ku hovîtiya dagirkera tirk şîrove dikin û her wiha organîzekirina mîhrîcan û turnûvayên futbolê. Her wiha di pêngava duyemîn de gelek dewreyên bîrdozî û leşkerî ji ciwanan re hatin vekirin.

Pênavê destkeftiyên baş bi dest xistin

Endamê rêveber ê Yekitiya Ciwanên Rojava Dilşêr Rojava der barê encamên hemleyê de ji ajansa me re axivî û wiha got: "Armancên hemleya "Serî hilde " ew bû ku morala ciwanan heta asta herî jor bilind bikin û bi naskirina rewşa Ocalan û bi serhildanan li dijî dagirkeriya tirk ku herêmên Bakurê Sûriyeyê bi taybet û xaka Sûriyê bi giştî hedef digire û rê li ber niyetên wî yên dagirkeriyê, dê armancên me bigihînin serî."

Dilşêr Rojava tekez kir ku her du pêngav destkeftiyên baş bi dest xistine û hema gihaştine armancên xwe. Dilşêr destnîşan kir heta naskirina rewşa tenduristiya Ocalan û derxistina dagirkeriya tirk ji herêmên Sûriyeyê dê hemleya wan berdewam bike.

(şx/ew)

ANHA