‘Dewleta tirk dikaribû Ocalan dîl bigire, lê fikrên wî azad in’

Jinên bajarê Hesekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku gelên azadîxwaz dê heta rizgarkirina Ocalan têkoşîna xwe bidomînin.

‘Dewleta tirk dikaribû Ocalan dîl bigire, lê fikrên wî azad in’
31 tîrmeh, 2018   06:28

HESEKÊ

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi felsefeya xwe ji bo aştî, yekgirtin, biratiya gelan û jiyana hevbeş têkoşîn meşand. Ocalan her wiha ji bo azadiya jinan û rizgariya wan ji zîhniyeta baviksalar xebat û têkoşîneke mezin pêk anî.

Der barê mijarê de, hejmarek ji jinên bajarê Hesekê nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin û got ku hêzên komploger dikaribûn Ocalan dîl bigirin lê fikrên wî azad in.

Rêcîn Salih anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd sûcek e û cihê şermezariyê ye û got ku divê hikumeta AKP'ê dev ji van polîtîkayên xwe berde.

Rêcîn di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku gelên Bakurê Sûriyeyê û Rojava li dijî komployê ne û wiha got: “Dewleta tirk dikaribû Ocalan dîl bigire, lê fikrên wî azad in, mînaka herî bebiçav, sîstema ku li erdê hatiye bicihkirin berhema felsefeya Ocalan e.”

Jina bi navê Siltanê Izo anî ziman ku rexmî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan, fikr û felsefeya wî bi awayekî berfireh li herêmên Bakurê Sûriyeyê belav bûye û wiha got: “Dewleta tirk bawer dikir ku bi girtina Ocalan dê bikare gelê kurd serwer bike lê gelê kurd bi têkoşîna xwe ya azadiyê, baweriya dewleta tirk pûç kir.”

Nalîn Îbrahîm têkildarî tecrîda giran a li ser Ocalan hatiye ferzkirin wiha got: “Em vê tecrîdê qebûl nakin, Ocalan ji bo azadiya jinan têkoşîneke mezin daye meşandin, rêya azadiyê nîşanî me kiriye, lê di dinyayê de tu hêz an jî sîstemê ev yek nekiriye."

Nalîn bêdengiya navneteweyî ya li hemberî binpêkirinên dewleta tirk bi bîr xist û wiha pê de çû: “Dewletên ku qaşo banga demokrasiyê dikin, îspat kir ku ew berjewendiyên xwe diparêzin û mafên gelên bindest ne xema wan in."

(sx-oh/ew)

ANHA