Dagirkeriya tirk guleyan diavêje gundê Elîşarê yê Kobanê

Dagirkeriya tirk êrîşên xwe li ser Rojava û Bakurê Sûriyeyê kêm nake, ev derdora 15 rojan e guleyan diavêje gundê Elîşarê ku nêzî sînorê di navbera Bakurê Kurdistanê û Kobanê de ye.

Dagirkeriya tirk guleyan diavêje gundê Elîşarê yê Kobanê
Dagirkeriya tirk guleyan diavêje gundê Elîşarê yê Kobanê
Dagirkeriya tirk guleyan diavêje gundê Elîşarê yê Kobanê
Dagirkeriya tirk guleyan diavêje gundê Elîşarê yê Kobanê
Dagirkeriya tirk guleyan diavêje gundê Elîşarê yê Kobanê
31 tîrmeh, 2018   05:42

KOBANÊ

Ev derdora 15 rojan e ku dagirkeriya tirk bi roj û şev guleyan diavêje welatiyên gundê Elîşarê ku 8 km li rojhilatê Kobanê dikeve.

Der barê avêtina guleyan ji aliyê dewleta tirk li ser gundê Elîşarê de welatiya ji wî gundî Îslim Hisên wiha got: "Dewleta tirk tu karî nake û xwe daye ber me. Bê wext, sibê û êvarê guleyan diavêje me.ʺ

Her wiha welatiyê bi navê Ehmed Hiso ku mala wî li rojhilatî gundê Elîşarê ye, wiha got: "Em nizanin Erdogan ji me çi dixwaze, zarokên me newêrin herin ber pezê xwe, eger kesek nêzî sînor xuya dike guleyan diavêjin. Em jê fêm nakin piştî ku sînor xiste navbera me û ji erdê me 10, 20 donim birin, Erdogan ji me kurdan aciz dibe."

Dayika Miha Mihemed a bi temenê 55 salî anî ziman ku hefteyek gundî nikarin bi serbestî tev bigerin, ji ber ku nizanin ku kengî dê guleyan biavêjin û wiha dom kir: "Ajalên me, çêlek û dewarên me di hundir de ne, em newêrin berdin.ʺMiha di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Erdogan çi dike bila bike, em ji gundê xwe dernakevin.”

Welatiyê bi navê Hebeşê Îbrahîm jî wiha got: "Erdogan dijminê bav û kalên kurdan e û her tim pirsgirêkan dibîne ji bo ku êrîşî kurdan bike. Em kurd in, kurd jî ji tu tiştan natirsin."

(şm/ew)

ANHA