ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-07-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-07-2018
31 tîrmeh, 2018   04:00

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-07-2018

- Qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya ku QSD‘ê bi armanca rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê  daye destpêkirin wê were şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

- Şêniyên Girkê Legê û Dêrikê sersaxiyê ji malbata şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ehmed Selûm re dixwazin. Saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Weqfeya Jina Azad a Rojava, amadekariyên vekirina mala zarokên sêwî li Kobanê bi dawî dike. Mala sêwiyan bi navê "Keske Sora Alan" bi armanca xwedîderketina li zarokên ku dê û bavê xwe di encamên şer de winda kirine tê vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Bi insiyatîfa Yekîtiya Ciwanên Rojava û bi armanca şermezarkirina tecîrda li ser Rêbarê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyarkirina rewşa wî di 5'ê Mijdara 2017'an pêngava "Serî hilde" hate destpêkirin. Pêngav di qonaxa xwe ya duyemîn de dewam dike, armanc û encamên pêngavê çi ne, gihaştiye kijan astê û heya niha çi bidest xistiye? (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Li bajarê Qamişlo Yekem Konferansa Kongrya Star a kantona Qamişlo li navenda Çand û Huner a bajêr tê lidar xistin saet 10:00`an (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Jinên kantona Hesekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin  û gotin ku têkoşêna gelê azadxwaz wê nesekine ta Ocalan azad bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dayika Sûriya Şêxmûs a 60 salî debara xwedîkirina malbata xwe bi çêkirina nexş û tenteniyan bi cih tîne. Bêyî ku kes wê fêrî vî karê bike, ew bi xwe xwe fêr dike, niha bû pêşenga pîşeya xwe li ser asta herêmê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Hevseroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed hevdîtina wan a bi hikumeta Sûriyeyê re erênî nirxand û wiha got: "Ne pêkan e em berdewamkirina hevdîtinan piştrast bikin, tenê piştî ku encamên hevdîtina yekemîn li ser erdê pêk werin". Îlham Ehmed destnîşan kir ku tu rastiya gotegotên ku dibêjin dê herêmê radestî rêjîmê bikin tune ye û çareserkirina aloziya Sûriyeyê di destê welatiyên Sûriyeyê de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

-Di salvegera çaremîn a komkujiya Şengalê de ku wek mezintirîn û qirêjtirîn komkujî li dijî mirovahiyê di serdema nû de tê pênasekirin, ku civaka êzidî li herêma Şengalê û giştî Iraqê di qonaxeke dijwar re derbas bûye, lê dîsa jî karibû bi rêya xwebirêxistinkirinê û îradeyê, xwe ji metirsiya qirkirinê biparêze. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Şaredariya bajarê Qamişlo ya Rojhilat li ser rexneyê şêniyên taxa Cûdî dest bi nûjenkirina sîstema rêgar û xetên kanalîzasyonê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA