Şengal; ji êşa qirkirinê ber bi serkeftina îradeyê ve -1

Di salvegera çaremîn a komkujiya Şengalê de ku wek mezintirîn û qirêjtirîn komkujî li dijî mirovahiyê di serdema nû de tê pênasekirin, ku civaka êzidî li herêma Şengalê û giştî Iraqê di qonaxeke dijwar re derbas bûye, lê dîsa jî karibû bi rêya xwebirêxistinkirinê û îradeyê, xwe ji metirsiya qirkirinê biparêze.

Şengal; ji êşa qirkirinê ber bi serkeftina îradeyê ve -1
31 tîrmeh, 2018   04:20

ALAN ROJ / NAVENDA NÛÇEYAN

Şengal: "Bajarê bedew" di dîrokê de

Çiyayê Şengalê bi dar û ber û deşt û çemên xwe navdar e. Şengal ku navê wê di pirtûkên pîroz û kevnar de hatiye gotin û di peyamên paşa û qralan de derbas dibe, hemû dîroknasên di ser herêmê re derbas bûne behsa wê dikin. Şengal di nûçeyên şer û aştiyê de hatiye vegotin, ji dema dewleta Iraqê ya neteweyî hatiye damezirandin ve, tu carî di vê astê de ji aliyê çandî û civakî ve nehatibû paşguhkirin. Nemaze ji ber dagirkerî û xurtbûna zîhniyeta neteweperest a rêjîma wê ya desthilatdar ku li gorî planên dagirkeriya biyanî înkara xwe dida meşandin.

Di giştî dîrokê de Şengal naveroka çîrok û bûyerên dîrokî di çanda kurdî û şaristaniya wê de ye, nemaze di hemû bûyerên şîn û şahiyê, şer û serkeftinan de spartgeh bû. Şengal her tim alîkar û spartgeha pêkhateyên kurd, ermen û suryaniyan bû. Lê ji ber siyasetên qirkirinê yên dubare ji aliyê dagirkeran ve ku hê jî vê siyaseta xwe didomînin, gelek aliyên wê hatin veşartin. Dagirker eger karibin dê çiyayê Şengalê ku di navbera beyarê û herêmên Cizîra Botanê de cih digire, tune bikin.

Dîroka Şengalê

Li gorî şûnwarnasan niştecihbûna mirovan li vê herêmê vedigere 11 hezar sal beriya zayînê. Piraniya lêkolînan diyar dikin ku eslê niştecihên vê herêmê zagrosî ne, piştre veguherî berdewama çanda Til Xelef a hûriyan ku li ber çemê Xabûr li rojavayê Kurdistanê ku beriya nêzî 6 hezar salan hatiye avakirin. Zanyar piştrast dikin ku jiyana gundîtî û xwebicihkirinê li ber çiyayên Şengalê hatiye vedîtin.

Di ser herêma Şengalê re gelek împaratorî derbas bûn; ên wekî Asûr, Medya, Mîtanî, Hûrî û Romanî. Rola Şengalê di aliyên siyasî, leşkerî û aborî de di dîroka van şaristandiyan de gelekî girîng bû. Nemaze ji ber ku herêma Şengalê di navbera Sûriye û Iraqê de stratejîk e û serweriya xwe li hemû rêyên bazirganiyê yên di herêmê re derbas dibin, dike.

Di serdema Eşref Mûsa El-Eyûbî de jî paytext bû û Şengal di wê serdemê de vejîneke avahîsazî, aborî û çandî pêk anî. Her wiha gelek caran beriya serdema îslamiyan, bû mîrnişîneke serbixwe yan navenda dewleteke serbixwe.

“Şengala şewitî”

Di çîrok û stranên kurdî yên kevnar û folklorîk de gotina "Şengala şewitî" gelek caran tê gotin. Ev bûyer di bîra kurdan de hatiye çespandin, ji ber ku Şengal rastî gelek şer û komkujiyan hatiye. Hilweşandin û şewitandina Şengalê gelek caran pêk hatiye. Cara yekemîn li ser destê farisan di serdema Şabûr de sala 260 P.Z. û serdema Hurmizê Duyemîn salên 302-309 P.Z. hate wêrankirin. Şer û êrîşa herî xwîndar di navbera faris û romaniyan de li ser axa Şengalê di sala 348'an de bû. Di şer de Hurmiz li hemberî romanan bi ser ket û Şabûrê Duyemîn komkujiyeke dijwar li ser welatiyên wê pêk anî û gelek dîl bi xwe re birin.

Di serdema êrîşa Xewarizmî de ya sala 628’an hate şewitandin, piştre êrîşên mongolan di sala 633’an de li dijî Kurdistanê û di encamê de herêmê hate şewitandin û welatiyên wê hatin kuştin û gelek pêrîşan bûn. Di serdema osmaniyan de jî ev komkujî hatin dubarekirin û piştre di serdema dîktator Sedam Hisên de jî komkujî pêk hatin. Herî dawî di 3'yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kir û bi hezaran welatiyên wê kuştin û bajar û deverên pîroz ên dîrokî şewitandin.

Di serdema Dewleta Osmanî de Şengal

Serdema sultanên osmaniyan de herî zêde li ser civaka kurd û bi taybet Şengalê û êzidiyan xwîndar bû. Herêma Şengalê li pêşiya sultanên osmaniyan bû bendek û nexwestin dilsoziya wan bikin. Mijara herî girîng di serdema osmaniyan de sultanan bi hincetên olî êrîşî kurdan kir û guhertina ola êzidiyan bi darê zorê armanc dikirin. Di vê çarçoveyê de komkujiyên herî qirêj li dijî êzidiyan pêk hatin wekî komkujiyên Welat Şêx, Xalta û Şengala Êzidî.

Dîroknasên kurd û êzidî piştrast dikin ku piraniya komkujî û siyasetên qirkirinê yên li dijî civaka êzidî, suryanî û ermenî li giştî Kurdistanê di serdema osmaniyan de pêk hatine. Piraniya van komkujiyan bi stran û efsaneyên dîrokî yên gelê herêma Şengalê hatine belgekirin.

Taybetmendiya Şengalê

Ji ber bûyerên dîrokî ku bi xwe re pêlên şîn an şahiyan anîne, taybetmendiya Şengal û çiyayê wê ew e ku her xaleke wê bi navekî tê nasîn û çîrokekê digire nava xwe, çi şikeft, deşt, gir, gelî, koşe, gund, kanî, dar û qadek be. Li vir devereke bêyî çîrokeke dîrokî tune ye.

Dema ku mirov di ber çiyayê Şengalê re dimeşe, rastî gelek darên mezin ên "qewala" tê. Ev jî çîneke olî ye ku ji Laleşê tên û serdana gundên êzidî dikin û pirsgirêkên civakê çareser dikin û pîvanên ola xwe li nava welatiyên xwe belav dikin. Li bin van daran welatî kom dibin û pîvanên Laleşa Nûranî werdigirin.

Her wiha dîroka efsaneya keştiya Nûh pêxember ku hewl dida li ser çiyayê Şengalê bi cih bibe, beriya ku li çiyayê Cûdî bi cih bibe digire nava xwe. Li herêma Şengalê destana herî balkêş di dîroka wêjeya kurdî de pêk hatiye destena Derwêşê Evdî û Edûlê ye.

Herêma Şengalê bi bayê xwe yê zelal tê nasîn û serweriya xwe li ser giştî herêma Feratê û deşta Cizîra Botan dike. Şengal bi çandina rez û darên hejîrê navdar e. Li herêmê gelek deverên pîroz hatine avakirin ku bi qubeya xwe xwedî taybetmendî ne.

Guhertina demografîk li Şengalê

Wekî piraniya herêmên Kurdistanê herêma Şengalê jî rastî siyasetên guhertina demografîk û erebkirinê hat. Ev siyaseta li dijî Şengalê beriya nêzî 200 salan heta niha berdewam dike. Di serdema osmaniyan de di sala 1516'an de Şangal rastî hovîtiya osmaniyan hat ku hewl dida bi darê zorê welatiyan bike misilman. Di sala 1879'an de ji Cizîra Botan hate veqetandin û li wîlayeta Mûsilê zêde kirin.

Di dawiya sedsala 19'emîn û destpêka sedsala 20'an de hin eşîrên ereban ji Necid û Hîcazê yên Siûdiyê koçber bûn û li Rebîha ya nêzî Şengalê bi cih bûn, ku ji ber ambargo û êrîşên osmaniyan, welatiyên wê neçarî koçberiya ber bi çiyayê Şengalê ve bûbûn.

Di dawiya aloziya di navbera îngilîz û fransiyan de ya girêdayî herêma Şengalê, di sala 1921'an de, Şengal bi Iraqê ve hate girêdan ku di wê demê de di bin serweriya Brîtanyayê de bû. Piştî ku dewleta Iraqê ya neteweyî di sala 1932'yan de hate avakirin nêzî ji sedî 90 ji herêma Şengalê bi wîlayeta Mûsilê ve hate girêdan û beşeke wê di hundirê Rojava û Sûriyeyê de ma.

Piştre çalakiyên "jihevqetandina" Şengalê hate destpêkirin û gund û zeviyên wê yên çandiniyê li niştecihên ereb hatin belavkirin, wekî deverên El-Behac, El-Qeyrewan, Til Ehfer û Ereb li van herêman hatin bicihkirin û kurdên êzidî jî ji van herêman ber bi çiyayê Şengalê ve hatin qewitandin. Siyaseta erebkirinê ya mezin di serdema Sedam Hisên de bû. Sedam di salên 1970'yî de gelek malbatên ereb bi darê zorê di hundirê bajarê Şengalê de bi cih kirin. Sedam her wiha çiyayê Şengalê vala kir û bêtirî 150 gund vala kirin û şewitandin û welatiyên van gundan li du deverên bakur û başûrê çiyayê Şengalê bi cih kirin û navên hemû deveran bi navên erebî guherandin.

ANHA